Emrah Yucel di berhemên xwe de bahsa serpêhatiya Hezretî Yûsif dike

12-05-2021
Hêja Bagdu
Piraniya tabloyên Emre Yucel li ser bûyer û çîrokên olî ne
Piraniya tabloyên Emre Yucel li ser bûyer û çîrokên olî ne
Nîşan Emrah Yucel Hezretê Yûsif
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Hunermend Emrah Yucel ku piraniya tabloyên li ser bûyer û çîrokên olî ne, di tabloyeke xwe de çîroka Hezretê Yûsif vedibêje.

Du mefhûm hene ku dîroka wan biqasî dîroka mirovatiyê kevn e, başî û xerabî. Mirov dikare van herdû têgehan di jiyana Hezretî Yûsif de bibîne. Ew yek ji 12 kurên pêxember Yaqûb bûye. Wek ku tê gotin Yaqûp pêxember herî zêde ji kurê xwe Yûsif hez dikir. Ev jî dibe sedemê hesûdiyê di nava birayên wî de û biryar didin ku wî biavêjin bîreke kûr û tarî. Di dawîyê de tê avêtin jî. Tê gotin dema ku ew di bîrê de maye her tim esma-î husna xwendiye û di dawiyê de ji bîrê hatiye xelas kirin. Di Qurana pîroz de jî bahsa vê bûyerê di sûreya Yûsif de tê kirin. Hunermend Emrah Yucel di berhema xwe de bahsa vê serpêhatiya Hezretî Yûsif dike û ew pêşwazî hunerhezan dike. Ew berhem ji bo hunermendî jî xwedî wateyeke taybet e, lê gelo ew ramana çêkirina vê berhemê pê re çawa çêbû û piştî kîjan qonaxan wî ew temam kir, Emrah Yucel behs kir.

Hunermend Emrah Yucel dibêje: “Di sûreya Yûsif de ewqas hestên ku aîdê me ne hene ku min xwest ez yek ji wan ji xwe re bikim mijar. Yek ji wan mijaran jî ew bîra tarî bû. Bîr ji bo me mînakeke berbiçav û girîng e, lewma min ew hilbijart. Min got gelo ez dikarim balê bikşînim ser kîjan aliyî? Tişta ku pêşî hate hişê min hesta hêvî yê bû. Min hewl da ku ez li ser hesta hêvî û umîdê bifikirim. Min got ezê hesta hêviyê çawa nîşan bidim û bidim fam kirin? Ango kesek wer bûye bîreke tarî û di dahatuyê de dê ew bibe wezîrê Misrê. Divabû ez vê hestê bidim.

Herwiha divabû ez hesta xwediyê bîrê jî bidim ku ew Xwedê Teala ye. Belê, li wir bîrek heye lê xwediyekî wê bîrê jî heye. Lewma min dest bi xebata xwe ya dîjîtal kir. Ez bingeha berhemên xwe bi awayên dîjîtal jî çêdikim. Min pêşî ji derve de dest bi nivîsandina sûreyê kir. Lê di vir de pirsgirêkeke wisa peyda bû: Carna tîpên latînî li hev ne dihatin û ciyên wan diguherî. Dûv re me go nexwe em ji hundirê bîrê destpê bikin û ber bi jor de biçin. Bi vî hawî çêbû û berhem qediya. Min aliyê nîvî weke girekî reş çêkir. Ango min xwest ku ew girikê reş bibe nîşaneya derketina Hezretî Yûsif ji bîrê. Û li ser wî girî jî min hin dilopan neqişand ku bûn sembola stêrkên giriyê Hezretî Yaqûb. Bi vî armancî min berhemê pêk anî. Xebata wê ya dîjîtal biqasî 2 salan domand. Honandina nivîsa wê jî bi awayê matematîk û endezyarî hate çêkirin. Piştî 2 salan me dest bi sepandina wê kir. Ev kar jî biqasî 6 mehan domand. Firehiya berhemê biqasî 1.5 metre ye û kûrahiya wê 40 santîm e. Ji 38 tebeqeyan pêk tê û tevî hev 111 ayet e.”

Bûyera avêtina Hezretî Yûsif bo bîrê ji bo dîroka Îslamê jî xwedî girîngiyekê ye. Di wêjeya Îslamê de ev babet di gelek mesnewiyan de hatiye bikaranîn û honandin. Haşîmî ku yek helbestvanê serdema 17emîn e, wisa dibêje: Tu her Yûsif bî jî dikarin te biavêjin bîreke tarî! Ev balê dide ser wê serpêhatiya Hezretî Yûsif. Her wiha balê dide ser wê xalê ku bira be jî bawerî bi benî adem nabe. Lê belê li aliyê din ew derseke din dide mirov: Başiyê nîşan bide ew kesên ku xerabiyê bi te dikin! Ev xal girîngtirîn peyama vê bûyerê ye. Di dawiyê de Hezretî Yûsif ji bîrê derdikeve û diçe Misrê û li wir meqameke payebilind bidest dixe. Dûre birayên wî tên Misrê ji bo ku genim bikirin ku wextakê ew avêtibûn wê bîra kûr û tarî. Yûsif birayên xwe dibîne û wan dibexşîne. Li hember xerabiya ku bi wî hatibû kirin ew xerabiyê nake û bi başî û qenciyê birayên xwe dibersivîne.

Emrah Yucel herwiha got: “Xwedê Teala asas dixwaze ji me re vê bêje: Ji min zêdetir bila baweriya we bi kesî neyê. Ango yê ku divê hun pêşî jê bawer bin ez im. Ji ber vê jî sûreya Yûsif gelekî girîng e. Bi taybetî ji bo me û gelên misilman yên rojhilata navîn ev yek gelekî bi wate ye. Ez di wê baweriyê de me ku li ser me û raman û jiyana me gelek mudaxele têne kirin. Ev yek zirar û ziyanê dide me û armanca vê yekê jî ew e ku rê li ber me were girtin û em werin rawestandin. Dixwazin em tim reşbîn bin û di ciyê xwe de bisekinin. Lewma ev sûre gelekî girîng e. Dibêje ku ti caran hêvî û baweriya xwe winda neke. Ji piya û çik bisekine. Gava dema wê hat tu yê bigihîjî cih û armanca xwe.”

Helbet ev berhema bêhempa peyameke gerdûnî li xwe digre. Ev berhem balê dikşîne ser başîtiyê, ku li hember xerabiyê başî weke nirxeke zêrîn dibiriqe û ji buhayê xwe ticarî tiştekî winda nake.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst