Piştî hesp, kîso û pişîkan dora kûçikan e!

Hewlêr (Rûdaw) – Derhênerê navdar ê kurd Behemn Qubadî vê carê jî fîlemekê li ser kûçikan çêdike bi navê “Kûçikan Himêz Bikin”.

Di daxuyaniyekê ku li ser rûpela facebookê ya derhênerê kurd Behmen Qubadî hatiye belavkirin, hatiye gotin ku Qubadî dixwaze fîlmekê li ser kûçikan û parastina mafên wan çêbike. Navê fîlmê “Kûçikan Himêz Bikin” (Hug tht Dog) e.

Li gorî daxuyaniyê, Behmen û hevalekî xwe salekê beriya niha dest bi nivîsandina senaryoya wê fîlmê kirine û dê di demek nêzîk de nivîsandina senaryoyê xilas bibe.

Her wiha hat gotin ku dê heta dawiya îsal Qubadî û ekîba wî li Almanya û Tirkiyê dest bi kişandina dîmenên fîlmê bikin.

Qubadî di fîlma “Kûçikan Himêz Bikin” de dê behsa mafên ajelan bi taybet kûçikan li Rojhilata Navîn û Îranê bike.

Beriya niha jî Qubadî fîlmên “Dema Hesp Serxweş Dibin”, “Haya Kesî ji Pişîkên Îranî Tine” û “Kîso jî Difirrin” çêkiribû.