‘Selahedîn Eyûbî’ ji Rûdwê re axivî: Kurd hêjayî dewleta serbixwe ne

12-05-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Aktorê navdar ê sînema û televîzyonê yê Sûriyê Reşîd Essaf, diyar kir ku mafê kurdan heye ku dewleta xwe ya serbixwe ava bikin.

Aktorê navdar ê Sûriyê Reşîd Essaf, ku zêdetir ji ber ku di rêzefîlma Selahedîn Eyûbî de rola Selahedîn Eyûbî lîstiye di nav xelkê de wek Selahedîn Eyûbî tê nasîn, ji paytext Şamê ji Rûdawê re axivî û got, kurd hêjayî wê ne ku bibin xwediyê dewletek serbixwe.

Reşîd Essaf, anî ziman ku eger îro herêma Kirîmayê ya Okrayna serxwebûna xwe bidest tîne wê demê çima kurd ku 45 milyon kes in, nebin xwediyê dewleta xwe.

Essaf, diyar kir ku eger dewleta kurdan ava bibe ew dê yekemîn kes be ku wê dewletê qebûl bike.

Reşîd Essaf, roja 13ê Tebaxa 1958an li bajarê Şamê ji dayik bûye û heta niha di gellek fîlmên sînemayî û rêzefîlmên televîzyonê de lîstiye.

Essaf, dibêje, rewşenbîr û hunermend divê nebin maşeya destê ti kesî lewma di kirîza Sûriyê de ne algîriê rêjîmê ye ne jî alîgirê opozîsyonê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst