Weşanxaneyên Kurdî pirtûkên xwe li derveyî Kurdistanê çap dikin

12-04-2019
RÛDAW
Tevî ku kalîteya çapkirina pirtûkan li Kurdistanê di asteke bilind de ye, gellek ji weşanxaneyên Kurdî berhemên xwe li derveyî Kurdistanê çap dikin.
Tevî ku kalîteya çapkirina pirtûkan li Kurdistanê di asteke bilind de ye, gellek ji weşanxaneyên Kurdî berhemên xwe li derveyî Kurdistanê çap dikin.
Nîşan Kurdistan Weşanxaneyên Kurdî Çap
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Kurdistanê 160 çapxane hene ku pirtûk, kovar û belavkiriyên din çap dikin, lê tevî vê yekê gellek nivîskar û weşanxaneyên Kurdî berhemên xwe dibin derveyî Kurdistanê û bi taybet jî Lubnanê û li wî welatî pirtûkên xwe çap dikin.

 

Çardehemîn Pêşangeha Navdewletiya Pirtûkan a Hewlêrê hêj berdewam e û biryar e sibê dawî bi karên xwe bîne. Di 14.mîn Pêşangeha Navdewletiya Pirtûkan a Hewlêrê de 40 dezgehên çap û weşanxaneyên Kurdî beşdar bûne. Di nava wan dezgehên çap û weşanxaneyan de nêrînên cuda li ser kalîte û corê çapa pirtûkan heye.

 

Xwediyê weşanxaneyekê yê bi navê Hesen Elî ji Rûdawê re ragihand: “Çapxaneyên Kurdistanê gellek caran pirtûkan bi kalîteyên bilindtir çap dikin, lê belê weke mînak li welatên din guhertin di reng û dîzaynê de tê kirin. Li Îranê pirtûkan dixin nav poşatê û dema ku jê derdixî, kalîteya wan nebaş e.”

 

Mihemed Meirûf xwediyê weşanxaneyeke din e û dibêje: “Ew yek vedigere ser te bixwe ku tu daxwaza çi cor kalîteyekê bikî. Dibe ku pirtûk li Îranê bê çapkirin û kalîteya wê jî gellek bilind be.”

 

Di sala 2018 de, derdora 2 hezar jimareyên çapkirina pirtûkan li Herêma Kurdistanê hatine derxistin. Di heyama 10 salên bihorî de herî zêde di sala 2012ê de, zêdetirîn jimareya çapkirina pirtûkan li Herêma Kurdistanê hatiye tomarkirin ku derdora 3 hezar jimare bûye.

 

Li gor daneyên fermî yên rêveberiya çapxaneyên Kurdistanê, nêzîkî %40 pirtûkan li derveyê Kurdistanê tên çapkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst