2 pirtûkên ku Serok Barzanî li Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê kirîn li ser çi ne?

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li 15emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Hewlêrê pirtûkên "Psîkolojîy Eqlî Kurdî" û "Bîrkirdinewe Bo Jiyan; Bîrkirdinewe Dijî Jiyan" yên Dr. Mihemed Taha Husên kirîn. Nivîskar bi rêya Rûdawê behsa naveroka her du pirtûkên xwe kir.

Mamostayê Beşa Derûnnasiyê yê Zankoya Selahedînê Dr. Mihemed Taha Husên roja Şemiyê 11ê Adara 2023an ji Rûdawê re ragihand, Serok Mesûd Barzanî ew her du pirtûk hilbijartine. Nivîskar her wiha dibêje, wî her tim xwestiye bi rêya kaxez û nivîsên xwe, xwe bigihîne xwendevanên xwe, kesayetiyên siyasî jî di nav de.

Mamostayê Beşa Derûnnasiyê yê Zankoya Selahedînê Dr. Mihemed Taha Husên got, “Ez ne kesekî hizbî me û heta niha min Kek Mesûd rû bi rû nedîtiye lê bi gihîştina wan pirtûkan berdestê wî ez gelekî kêfxweş bûm. Girîng e ku bi rêya nivîsên min, min nas bike.”

Dr. Mihemed Taha Husên behsa naveroka pirtûka “Psîkolojîy Eqlî Kurdî” ya ku di sala 2018an de nivîsiye kir û got, “Pirsa sereke ya pirtûkê ew e; Gelo her ferdê Kurd fikrînê li ser jiyan û jiyînê, di her warî de, li ser bingeheke aqilane dike an li ser bingeha kelecanê? Bi raya min piraniya Kurdan karê xwe yê rojane bi kelecanê dikin û di vê çarçoveyê de biryaran didin.”

Dr. Mihemed Taha Husên li ser pirtûka "Bîrkirdinewe Bo Jiyan; Bîrkirdinewe Dijî Jiyan" ya ku di sala 2021an de nivîsandiye jî û anî ziman, “Pirtûk rave dike ku meriv çawa dikare aliyên xweş ên jiyanê bibîne, an jî bi erênî li ser aliyên cûda yên jiyanê bifikire, ji ber ku bi vî rengî fikirîn ava dike û berovajî wê wêraniyê diafirîne.”

Dr. Mihemed Taha Husên di sala 1962an de li Qeladizê ji dayik bûye û zêdetirî 50 salan e li Hewlêrê dijî, heta niha 21 pirtûk nivîsandine.

Serok Mesûd Barzanî roja Çarşemê 8ê Adara 2023an bi amadebûna Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert, Serokê Encûmena Dadwerî ya Iraq Federal Fayiq Zêdan, hejmareke siyasetmedar, konsul û nûnerên welatan, nivîskar û hunermendan 15emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Hewlêrê vekir.