Ciwan Haco: Ji ber ku Kurd e, min Hulya Avşar ji bo klîpê pêşniyar kir

11-12-2023
RÛDAW
Dilbixwîn Dara û Ciwan Haco
Dilbixwîn Dara û Ciwan Haco
Nîşan Ciwan Haco Çawa Çêbû? Dilbixwîn Dara
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Ciwan Haco behsa strana 'Esmer' kir û diyar kir, ji ber ku Kurd e wî Hulya Avşar ji bo klîpa stranê pêşniyar kiriye.

Hunermendê Kurd Ciwan Haco 3yê Kanûna Pêşînê di podcasta Rûdawê ya bi navê “Çawa Çêbû?” de bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da û li ser klîba ku bi Hulya Avşar re çêkiriye axivî.

Di beşeke bernameyê de, Ciwan Haco behsa serdana xwe ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir ku rêvebirê karên wî Ayhan Evci çend hunermendan pêşniyar kirine ji bo duetê lê wî Hulya Avşar pêşniyar kiriye.

Ciwan Haco li ser strana ku bi Hulya Avşarê re bi Kurdî xwendiye got:

“Hulya keseke hêja û baş e, karên wê hunerî yên baş hene. Ji bilî vê, Hulya Kurd e ku ev ji bo min pir girîng e.”

Ciwan Haco li ser veneşartin û înkarnekirina Kurdbûna xwe ya Hulya Avşarê got:

“Dibêje ez Kurd im. Ayhan destpêkê fêm nedikir ku min çima Hulya Avşar hilbijartiye lê dema ku dît klîp gelek caran hat temaşekirin, heq da min û fêm kir.”

Ciwan Haco: Bi têkçûna Pêvajoya Aştiyê re têkiliya min û Avşarê lawaz bû

Haco li ser pêwendiya xwe ya bi Hulya Avşarê re û îhtîmala xebatên din ên hunerî yên di paşerojê de got:

“Piştî vê yekê, têkiliya me ew e ku em car bi car nameyan ji hev re dişînin û telefon dikin. Piştî ku Pêvajoya Aştiyê têk çû, me nekarî pêşde biçin. Ev şeş sal in ez neçûme Tirkiyeyê. Her tişt hatiye şêlûkirin, mixabin.”

Ciwan Haco anî ziman ku heger Pêvajoya Aştiyê bidomiya wê bi hunermendên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re li ser xebatên nû bifikiriya.

Haco: Heger Pêvajoya Aştiyê vegere ez ê jî vegerim

Haco her wiha diyar kir ku wê demê rewşa Bakurê Kurdistanê gelekî aram û ewle bû û li ser îhtimala çûyîna Tirkiyeyê jî anî ziman:

“Mesele ew e ku niha li Tirkiyeyê Kurd ne azad in. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Kurd di bin zexteke mezin de ne.

Rewş guheriye lê heger rewş vegere, wê dema ku AK Partiyê pêvajoya çareseriyê dest pê kiribû, ez ê vegerim wir û xizmeta gelê xwe bikim.

Rewş ne aram e û her kesê ku bibêje ez Kurd im, tê girtin û dixin girtîgehê. Tohmet çi ye, dibêjin teror e! Ev zilm e.”

Ciwan Haco sala 2003yan li Elihê konsereke milyonî li dar xist

Ciwan Haco lidarxistina konserekê li Bakurê Kurdistanê red kir ku biçe wir û konserê bide. Sedema vê yekê jî bi wê ve girê dide ku aramî û ewlehî nemaye û rewşa Kurdan ne baş e.

Ciwan Haco herwiha diyar kir gelekî zehmet e ku konsereke wek a Eliha Bakûrê Kurdistanê ku nêzîkî milyonek kes beşdar bûbûn, were lidarxistin.

Ciwan Haco tekez kir ku ji ber van sedeman ew li ser konsereke din û klîpeke Kurdî ya wek a bi Hulya Avşarê re bifikire.

Ciwan Haco aşiqî Hulya Avşarê ye?

Ciwan Haco li ser gotegotên ku di wê demê de dihat gotin aşiqî Hulya Avşarê bûye got:

“Hulya hevaleke min e û ez niha jî wekî hevalekê ji wê hez dikim. Ew keseke pir baş e.”

Podcasta “Çawa Çêbû?” di medyaya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de deng veda. Mijara Kurdbûna Hulya Avşarê di medyaya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de bûye rojev û Rûdaw jî wek çavkanî tê nîşandan.

Gelek dezgehên ragihandinê jî ew podcast wek nûçe belav kirine û podcasta Ciwan Haco û Dilbixwîn Dara bala welatiyan kişandiye.

Ciwan Haco û Hulya Avşar di torên civakî de bi awayên curbecur behsa wan tê kirin û dueta wan dîsa ket rojevê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst