Çîroka kuştina 7 jinên Kurd di pêşangehekê de li Hewlêrê hat nîşandan

Hewlêr (Rûdaw) - Resama Kurd Şayan Şehîr Nûreddîn di pêşangehekê de li Hewlêrê çîroka 7 jinên Kurd ên bi hinceta “namûsê” hatine kuştin vedibêje. Hunermend Şayan Şehîr Nûreddîn dibêje, ku ew di tabloyên xwe de behsa heft jiyan, heft can û heft xeyalan dike.

Ew pêşangeh şeva Şemiyê 10ê Kanûna 2022an li Fêrgeha Friming bo Wêneyên Rojnamevanî hat vekirin û dê hefteyekê berdewam be. Di pêşangehê de, 16 tablo hatine nîşandan û hejmarek hunermend û hogirên hunera resamiyê têde beşdar bûne.

Pêşnageh bi navê “Giyan û Xewn Qet Nayên Jibîrkirin” û di çarçoveya projeya “Hêlan” de hatiye vekirin ku projeyeke hevbeş a Enstîtuya Goethe ya Almanî û Save Gallery ye.

Ew hunermend zêdetir di warê hunera dîjîtal de dixebite û ev yekem pêşangeh bû ku hunermend Şayan Şehîr Nûreddîn di tabloyên xwe de rengê zeytûnî bikaranîbû.

Şayan Şehîr Nûreddîn ji Rûdawê re ragihand, projeya “Giyan û Xewn Qet Nayên Jibîrkirin” behsa jinên qurbaniyê namûsê li Kurdistanê dike û diyar kir, wê ew tabloyên xwe di dema mana xwe ya li bajarê Bilbao yê Spanyayê de, di navbera meha Îlonê heta Kanûna 2022 de kişandine.

Wê hunermendê diyar kir, proje rêzê li giyanên bedew ên heft jinan digire ku bûne qurbaniyên namûsê, di tabloyan de wiha xuya dike ku heft jin bi aramî di xew de ne, ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku giyanên wan jinan niha bi aramî dûrî gemariya cîhanê ne.

Bi gotina wê hunermenda Kurd, pêşangeh di 10ê Kanûnê de ku roja mafên mirovan e û herwiha roja dawî ya çalakiyên rûbirûbûna tundûtîjiyê ye, hatiye vekirin. Hunermend Şayan got, ev jî rojeke giring e ji bo axaftina li ser mijareke wiha giring.

Di pêşangehê de Geylan Kameran bi amûra Klarnet û Şênê Mehdawî Ehmed jî bi amûrê Filûtê muzîk pêşkêş kirin.

Hunermenda resam Şayan Şehîr Nureddîn li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye, resam û wênegir e û zêdetir di warê wêneyên dîjîtal û wêneyên li ser dîwar de dixebite.

Wê hunermenda Kurd ji zaroktiya xwe bi teşwîqkirina bavê xwe dest bi resamiyê kiriye. Ew dibêje, demekê bi awayekî demkî ji karê hunerê dûr ketiye û bi armanca xwendina bilind çûye Amerîkayê û paşê careke din dest bi hunerê kiriye.

Di 2013an de bo dema 3 heftiyan beşdarî di xûleke wênekişandina klasîk a Akademiya D Art li Florans a Îtalyayê de kiriye, di 2015an de tevlî xûleke wênekişandinê li naveda Sky bûye û ji 2016an heta 2018an li navenda Ala tevlî xûleke demdirêj a heman warî bûye, paşê wek grafîk dîzaynet xebitiye.

Yekemîn pêşangeha xwe ya hunerî ya bi tenê di sala 2019an de li Enstîtuya Fransî ya Hewlêrê vekiriye. Li Hewlêrê wêne li ser pênc dîwaran kişandiye û hejmarek xelat di warê wênekişandinê de wergirtiye.

Berhemên wê yên hunerî ne tenê li Başûrê Kurdistanê, lê belê li Iraq, Ewropa û Amerîkayê jî hatine firotin.