Îro salvegera helbestvan û nivîskar Mele Ehmedê Namî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 42yemîn salvegera koça dawî ya helbestvan û nivîskarekî Kurd Mele Ehmedê Namî ye . Mele Ehmedê Namî yek ji nivîskarên kovarên Hawar û Ronahî yên Bedirxaniyan bû. Navê wî yê rastî mele Ehmedê kurê Mehmûdê kurê Evdille ye, lê bêhtir wek Namî tê naskirin. Namî semboleke çanda kurdî li Rojavayê Kurdistanê ye.

 

Sirûd û helbestên wî li ser zar û zimanê ciwanên Kurd hê jî zindî ne û bi awaz û dengê hunermendên Kurd jî bûne stran û dîlok. Namî semboleke çanda kurdî li Rojavayê Kurdistanê ye.

 

Mele Ehmedê Namî di sala 1906an de li gundê Erbetê yê girêdayî Nisêbîna Serxetê ji dayik bû. Namî di hucrikan de, Nûbihara Biçûkan a Ehmedê Xanî dixwîne û fêrî xwendin û nivîsandinê dibe û piştre dibe melayê gundê Tilşeîrê yê Binxetê.

 

Li heman gundî, di nîveka salên 50 ji sedsala borî de, Namî xwendegeheke keçan vedike û xort û keçên Kurd fêrî zimanê kurdî dike.

 

Piştre Namî berê xwe dide Qamişlo û heta dawiya jiyana xwe li wir dimîne. Namî piştî nexweşiyeke giran, di roja 11ê meha 12an a sala 1975an de wefat dike û li Goristana Qidûrbegê tê veşartin.

 

Di navbera Namî û Cegerxwîn de, pêwendiyeke pir bihêz û balkêş hebû. Cegerxwîn di dîwana xwe ya yekem “Pirîsk û Pêtî” de, helbestek li ser Namî gotiye û tê de aniye ziman ku Namî ne kêmî kesên wek Xanî û Feqiyê Teyran e, belkî hîn ji wan mezintir û qedirgirantir e:

 

"Namî me ji nameya te zanî.

Seyda yî ji bo Melayê Xanî.

Serbestir î az Feqihê Teyran.

Sed rengê Herîrî bo te heyran."

 

Namî çend berhemên giranbuha jî li pey xwe hîştin wek: Dîwana Daxwazname ku cara yekemîn di sala 1986an de li Swêdê hat çapkirin û cara duyemîn jî sala 1998an li Libnanê hat weşandin. Herwiha pirtûka Agirê Sînema Amûdê ku di sala 1987an de li Swêdê hat çapkirin û ji bo zimanê erebî jî hatiye wergerandin.

 

Lê hîn gelek berhemên Namî li benda çapê ne wek: Destnivîseke bi navê Çiko li bîr im ku bîranînên xwe tê de bi cih kirine- Rêzimana Kurdî - Ferhengeke kurdî-erebî bi navê Kozar û hin berhemên din.

 

Namî aşiqê azadî û rizgariya Kurdistanê bû. Namî hêviya xwe ya herî dawî wiha bilêv dike: "Dûr nemaye ez serê xwe deynim û kula welatê min bi min re, di gora reş û tarî de bê veşartin. Ez hêvîdar im ji xortekî Kurd roja welat azad bibe, ew bilez bê ser tirba min û mizgîniyê ji min re bîne da ku êdî ez bi xweşî li goristanê razim."