Çexov û Olga: Serdema nivîsandina nameyan
Yek ji sedemên ku dihêle ez ji teknolojiyayê dilgiran bibim, kuştina ruhê nameya destnivîs e. Beriya çend salan, eger min bêriya hevrêyekî xwe kiriba û ji min dûr ba, min destê xwe dirêjî pênûs û kaxezê dikir û min nameyeke tije hest û sozên xwe jê re dinivîsand û min dibir dezgeha postê yan min bi kesekî re dişand û min navnîşana hevrêyê xwe li ser zerfa nameyê dinivîsand. Min bi vê namenivîsandin û postkirinê, hest bi xweşî û çêjeke mezin dikir.
Eger hevrêyê min li derveyî welêt bûya, bi taybetî ji salên 80 heta dawiya salên notî, bi rêya kesên ku vedigeriyan welêt, bi heman soz û ruh me name ji hevrê û ezîzên li derveyî welêt re dinivîsand. Ez behsa mektûbên dildarî nakim ku dinyayeke jibîrkirî ya edebiyata me ye.
Ruhê nameyê mir, ne mumkin e zindî bibe
Heta vêga sedan dastan û serpêhatiyên evîndarî li welatê me qewimîne û gelek ji wan serpêhatiyan bi xwînrêtinê bidawî hatine. Gelek çîrokên nivîsandina nameyên evîndarî hene, lê bi saya pêşketina teknolojiyayê ew alî bi temamî hat jibîrkirin.
Teknolojiyayê ew ruhê zindî yê di nav edebiyata (namenivîsandinê) de kuşt, ne mumkin e careke din zindî bibe. Teknolojiyayê ew derfet peyda kir ku, em bi mobayîleke berîkan, bi nameyên Viberê, bi çend peyvên kurt, silavê li hev bikin û piştî demekê, em bêyî rehm hemû nameyên di Vibera xwe de reş bikin!
Ev hizrîna min a berdewam e li ser kuştina ruhê nameyê û ew bedewî û tam û çêja ku di nameyên me de hebûn. Mumkin e ev hizrîna piraniya me be ji vê guhertina mezin a jiyan û pêwendiyên mirovatî. Lê dibe ku dema me nebe em dilgiraniya xwe ji wan guhertinan nîşan bidin.
Tevî hemû pêşketinên mezin ên teknolojiya û nameyên elektronî, lê vê rewşê nikarîbû wiha li mirovatiyê bike, wê serweta mezin ku di edebiyata nameyan de hebû, bi temamî piştguh bike. Li vir ezê behsa çîroka nivîsandina nameyan di navbera du mirovan de bikim ku name, jiyan û berhemên wan bûne serweteke mezin a hemû mirovatiyê.
Ez dilgiran im, nameyekê ji min re binivîse!
Piştî testeke hûrbîn, bijîşkan bi dilekî xemgîn û hêvîbirr jê re gotin: “Tu bi nexweşiya jana zirav ketî, baştirîn çareserî dûrketina ji vî bajarê bi xirecir û qerebalix yê Moskowê ye.”
Ev bû destpêkek ji bo tevlîbûna wî ya zêdetir di nav xweza û siruştê de û dûrketina wî ji xireciriya jiyanê û hogirbûna wî ya zêdetir bi nivîsandinê re. Heta roja ku vê nexweşiyê zor lê kir û li derveyî welatê xwe, bi aramî çavên xwe ji bo hetahetayê girtin.
Piştî derbasbûna bêhtirî sed salî di ser mirina wî re, niha jî li pirtûkxaneya sedan welatan û bi zimanên cihêreng, name û tekstên vî nûserî yên wêjeyî wek şahesereke mezin a wêjeyî tên xwendin. Mirina xemgîn a vî nûserî, dişibe hinek çîrokên wî yên xemgîn û reşbîn.
Lê çend salên dawî yên temenê wî, xanimeke hunermend tê nav jiyana wî û hinek tariya jiyana wî ronî dike. Her çiqasî demeke dirêj ji ber nexweşiyê ji hev dûr bûn, lê bi rêya nameyan di guftûgoyeke berdewam de bûn.
Nivîsandina nameyan beşek bû ji karê rojane yê vî nûserî. Roja ku Anton Çexov li Maltayê ji bîr bikira nameyekê ji Olga Knipperê re li Moskowê binivîse, wek ku wê rojê tiştekî xwe winda kiribe.
Roja 15ê cotmehê nameya wî negihîşt. Dibe ku posteçî dereng ketibe. Dotira rojê, Olga nameyekê ji Çexov re dişîne û tenê vê xetê di nameyê de jê re dinivîse: “Ez dilgiran im, nameyekê ji min re binivîse.” Adina rojê, Çexov nameyekê jê re dişîne û dinivîse: “Ez duşemê têm, piştrast be.”
Te çima ez ji bîr kirim?
Rojeke berfanbarê ya sar a zivistanê ku qeşa û seqema Moskowê tevger li bajêr tevizandibû, posteçî nikarîbû here wan nameyên ku di wê roja sar de gihîştibûn belav bike. Vê sarî û seqemê, herdu aşiq xistin nav dudilî û gumanê û her yekî ji wan bawer dikir ku dildarê wî ew ji bîr kiriye.
Ji bo roja piştre, posteçiyek bi kumekî hirî yê qerase û cilûbergekî stûr li deriyê mala wê keça akter dixe û nameyekê dide destê wê û oxira xwe bixêr dike.
Piştî xwendina dawiya nameyê û dîroka nivîsandina wê, Olga ji wê dilgiraniya xwe ya duh poşman dibe û dest bi xwendina nameyê dike:
“Çi diqewime? Tu li ku yî? Wiha diyar e te biryar daye ku tu qet nûçeyên xwe negihînî me û em her çaverê bin. Mumkin e te em ji bîra xwe jî biribin. Yan li (Kafkazê) tu bi yekî re zewicîbî, erê bi rastî ew yek kî ye? Nûser hatiye jibîrkirin, erê tu çiqasî bêrehm î? Tu çiqasî dilhişk î? Li vir ti nûçeyeke nû nîne. Li vir ti mêşek nafire, ti conegayek jî gez nake û…”
Ev paragrafeke yekem nameya di navbera Anton Çexov û Olga Knipperê de ye. Di bersiva vê nameyê de, Olga nameyeke dirêj jê re dinivîse ku bi vî awayî dest pê dike:
“…Tika ye wiha nefikre ev bersiva nameya we be. Ev demek bû min dixwest nameyekê ji te re binivîsim, lê ne serê min û ne jî dilê min ne amade bûn yek xetê jî binivîsin. Tenê van herdu rojên dawî ez hinekî baştir im û dixwazim çêjê ji siruştê werbigirim. Îro saet şeşê sibehê ji xew rabûm, çûm piyaseyekê li ser çiya bikim û ji bo yekemîn car min teksta (Mam Vanya) bi xwe re bir, lê pirtûk li ser kaboka min wek xwe ma, çimkî min tenê çêj ji dîmena çiya û wê spêdeya dilrevîn wergirt…”
Bi vî awayî name di navbera vî nûserî û wê xanima akter de, demeke dirêj berdewam dibin. Piştî mirina wan, di pirtûkeke nêzîka 500 rûpelî de, ev name hatin berhevkirin. Niha ev pirtûk wek yek ji berhemên navdar ên Çexov tê hejmartin. Sala 2008an, Reûf Bêgerd ev pirtûk ji farisî wergerand kurdî û ji aliyê Dezgeha Serdem li Silêmaniyê hat çapkirin.
Bîranînên xumamî
Olga Knipperê wiha nivîsand: “Du meh e Çexov miriye. Wî li (Hotel Sommer) li bajarê Badenweilerê li başûr rojavayê Almanyayê bi laşekî lawaz û bêhêz û rûyekî aram, di nav lihêfeke spî ya paqij de çavên xwe girtibûn. Ev ji bo min ne xewn bû, ne çaverêkirî bû.”
Di nîveşeveke bêdeng de, Çexov razabû. Ji nişka ve çavên xwe vekirin û ji bo yekemîn car di jiyana xwe de tika ji Olga Knipperê kir ku jê re bangî bijîşk bike. Heta dema ku bjiîşk hat seyr bû, Çexov ku bi xwe jî bijîşk bû, bi wê almaniya kêm ku zanîbû, behsa êşa xwe ji bijîşk re kir. Bijîşk bêdeng bû.
Piştre daxwaza perdaxek şampanya ji Çexov re kir. Ev edeteke almanî bû ku, dema bijîşkek testê ji bijîşkekî nexweş re dike û dizane ew dê bimire, daxwaza şampanyayê jê re dike. Gava perdaxa şampanyayê jê re anîn, Çexov bi destên xwe yên lawaz, bi rûyekî aram got: “Ezê bimirim.”
Ev gotina Çexov ji bo Olga Knipperê zingek bû. Wek ew bi xwe dibêje: “Ew zing berdewam di guhên min de xilmaş nabe.”
Wê spêdeya zû ya 15ê tîrmeha 1904an termê wî ji Badenweiler xistin tirênê de û piştî heft rojan gihîşte Moskowê û li goristana (Keçên Firişte yên Nû) li tenişta gora bavê xwe hat veşartin.
Niha ez dixwazim ji wê mirinê bawer nekim û bi bîranîna salên me yên hezkirinê, nivîsandina nameyan ji Çexovê xwe re berdewam bikim. Piştî dilgiranî û bêzariyeke mezin, di encamê de min karîbû bi heman şêweya wî ya berê, herim pişt maseyê û serê xwe daqûlî ser rûpelan bikim û car caran jî serê xwe bilind bikim û çav li wî bikim.
Destê xwe yê rastê deynin ser hinarika xwe û bi ronahiya çaviyê biponijim û tiştekî nebêjim û bêdeng bim. Dûre dest bi nivîsandina name û bîranînên rojên bedew, demên provayê û rojên dawiya temen bikim. Ev yekem name ye ji te re dinivîsim. Piştî wê xewa ku, qaşo tu miriyî:
“Di dawî de min karîbû nameyekê ji te re binivîsim. Antonê ezîz, şêrînê min, niha tu çiqasî nêzîkî min î, lê ewqasî jî dûr î. Nizanim niha tu li ku yî? Pir çaverêya wê rojê bûm ku bikarim nameyan ji te re binivîsim. Îro ez hatim Moskowê û min seriyek li gora te xist…gidî çiqasî bedew bû! Xweska te zanibûya piştî te, ew başûrê ziwa yê vir, çiqasî mişt giyayê teze ye. Niha ji her aliyekî ve gul belav bûne û hilm û bêhna wan bi her aliyekî de belav bûye…Niha pir ji dil hez dikim nameyan ji te re binivîsim û behsa wan tiştan ji te re bikim ku piştî nexweşiya te, piştî wê kêliya ku dilê te yê westiyayî û bêwar sekinî, hatin serê min. Niha ku ez nameyê ji te re dinivîsim, hest dikim tu zindî, li deverekê dijî û çavlirêyê nameya min î.”
Rojeke dî, bi heman hest û fikrînê Olgayê dest bi nivîsandina nemayekê ji Çexov re kir. Nêzîka deh nameyan bi vî awayî jê re nivîsand. Bêyî ku hest bike ew miriye. Piştî çend rojên dîtir, ev name jî jê re nivîsand: “Demeke dirêj e min name ji te re nenivîsand ezîzê min. Şevê bi awayekî ez wêran kirime ku şiyana min a hilgirtina pênûsê nîne. Yekşemê ku diçim goristanê, gava ji dûr ve minareya peristgehê derdikeve, dilê min kutkuteke xweş dike û dibêje ez dixwazim te bibînim û tu çaverêya min dikî. Ez li ser gora te giriyam. Min nikarîbû çend xulekan li ser kabokên xwe rûnim û serê xwe deynim ser axa te. Serê xwe deynim ser wê şînkatiya bilind ku tu tê de hatî veşartin. Yekaneyê min, de ji min re bêje tu vêga li ku yî?”
Piştî çend mehan şoka mirina Çexov, Olgayê berdide û êdî Olga hest pê dike ku Çexov miriye. Êdî li şûna nivîsandina nameyan, ew bi nivîsandina bîranîn û demên hevpar ên borî dadikeve.
Şêrko Bêkes nameyekê ji Olgayê re dinivîse
55 salan piştî mirina Çexov, Olga Knipper jî mir. Piştî derbasbûna bêhtirî 50 salî di ser mirina Olga Knipperê de jî, derengî şeveke hefteya yekem a sibatê li Silêmaniyê, bahoza şiîrê, xewê li şaîrê mezin Şêrko Bêkes diherimîne û di nav cihê xwe de xwe virde wirde dike û dixwaze xwe ji bahoza wê şiîra zivistanê bide alî, lê bê sûd bû.
Şêrko ji cihê xwe radibe û ji pencereya odeya xwe ya razanê li esman dinihêre ku parçeyek reşatî ye û rûyê heyvê winda ye. Bi çavên lixew vedigere cihê xwe yê nivîsandinê û li ser kursiyê xwe rûdinê û li ser maseya xwe çend rûpelên nivîsandî, çend pênûsên reş û spî, xwelîdankeke tije paşmayên cixareyan, yek du pirtûk, fîncanek ku hinek qehweya şevê tê de maye.
Di vê dîmenê de dixwaze helbestnameyekê ji wê xanima akter re binivîse ku dike nake navê wê nayê bîra wî. Her çawa be wê şevê skêça sereteyî ya şiîra xwe nivîsand, lê ne bi dilê wî bû. Cixareyek pêxist û rûyê xwe û şiîra xwe di nav dûmana cixareyê de winda kir. Çend carên dîtir, ew skêça ku ji bo şiîra xwe nivîsandibû xwend:
Zivistan bû
Ez derbasî xeyala berfê bûm
Û kûr daketim û
Dilê min girêda û ez di nav de mam
Ji vê zêdetir nikarîbû gotineke din binivîse. Rabû û maseya xwe terikand û di holê de hinekî bi cixarekişandinê re çû û hat û ket nav cihê xwe. Sibehê dema çû Dezgeha Serdemê, ev nameya biçûk ji min re nivîsand: “Kekê Kameran roj baş…nameyên Çexov ji bo dildara wî, navê dildara wî ji bîra min çûye, navê wê çi bû?....”
Min jî li ser rûpeleke biçûk jê re nivîsand: “Silav kekê Şêrko…ez şaş mam ku ji bîra te çûye! Qey beriya demekê biraderê te Reûf Bêgerd nameyên wê bi Çexov re nekir kurdî? Navê wê Olga Knipper e.”
Ev çîrok li vir qediya. Piştî çend salan ji koça dawî ya kekê Şêrko Bêkes, min careke din pirtûka nameyên Çexov û Olgayê xwend. Ez pir geriyam da bizanim gelo kekê Şêrko di wê demê de ew şiîra xwe xilas kir an na? Dûre min zanî di dîwana (Hest û Nest) de çarem şiîra wê dîwanê, şiîrek e bi navê (Jin…hemîşe jin!) “Jin…hertim jin!” dîroka nivîsandinê di dawiya şiîrê de nivîsandiye ku çend mehan piştî wê nameya kurt bû ku ji min re şand.
Bi baweriya min ew şiîr heman şiîr e ku bêhn û hilma wê ji bedewî, lehengî û qehremaniya Olga Knipperê wergirtiye. Lê Şêrko kirasekî kurdî yê heftreng û qeşeng bi ser bejn û bala wê de berdaye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse