Roja konsera Orkestraya Silêmaniyê diyar bû

Silêmanî (Rûdaw) – Tîpa Orkestraya Silêmaniyê ji bo sazkirina duyemîn konsera werzê îsal, di pêşengiya mûzîsyen Ebdullah Cemal Segirme de provayan dike.

 

Endamê Desteya Rêveberiya Orkestraya Silêmaniyê Şêrzad Heyderî ji Rûdawê re got; “Biryare tîpa orkestraya me roja 15ê Kanûna 2016ê, li Hola Telar a Hunerî konserek saz bike. Dê 44 mûzîsyen beşdarî konserê bin. Di kosertê de dê 6 berhemên klasîkî bên pêşkeşkirin ku yek ji wan cîhanî, yên din jî bi kurdî ne.”

 

Li gorî gotina Heyderî, krîza darayî gelek bandor li karên wan jî kiriye û ev 3 sal in bûdceya wan jî hatiye birîn. Heyderî daxuyand, ku çend sermayedar û şîrketan û herwiha borda paytexta rewşenbîrî ji bo sazkirina konsertan alîkarî dane wan.

 

Konsera yekemîn a werzî îsal a Tîpa orkestraya Silêmaniyê, roja 28ê Nîsanê di bin pêşengiya mûzîsyen Mistefa Ebas, li Hola Huner Hatibû sazkirin.