Tara Mamodova: Konserên Riha û Amedê hêz da min

11-11-2023
Aydin Bayram @aydn_byram
Konsera Tara Mamedovayê ya Amedê
Konsera Tara Mamedovayê ya Amedê
Nîşan Tara Mamodova Konser Amed Êlih Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermend û stranbêja Kurd a ji Qirxizistanê Tara Mamedovayê ji Rûdawê re got ku her du konserên wê yên li Riha û Amedê hêz daye wê ku ew zêdetir ji bo çand û muzîka Kurdî kar bike.

Rêzekonserên Tara Mamedovayê li Rihayê dest pê kir, şevê din li Amedê bû û dê îşev li Êlihê be.

Mamedova dê rojên pêşiya me jî li Wan, Stenbol, Kazaxistan û Berlînê konseran li dar bixe.

Tara Mamedova şevê din li Amed li Salona Sezaî Karakoçê derket pêşiya hezkirên xwe û bi stranên xweş û enerjîk dilê mêvanan xweş kir.

Îrem Atabay û Hîvda Koç dengê xwe tevlî dengê Tara Mamedovayê kirin

Îrem Atabay û Hîvda Koç jî wekî vokalîst bi Tara Mamedovayê bûn û wan jî deng û stranên xwe tevlî stran û dengê wê kirin.

Tara Mamedovayê amadekariyeke baş ji bo van konseran kiriye û ekîbeke baş gihandiye hev.

Wê ji rêkxistina sehneyê heta bi ronahî û kostuman û di hûrgiliyên din de ti xemsarî nekiriye.

Salon tije dibin

Hezkirên Tara Mamedovayê di hemû konserên wê de salonan tije dikin û bi kêf lê guhdarî dikin.

Tara Mamedovayê got ku ew dixwaze bi rêya Rûdawê spasiya hemû beşdarên konserên Riha û Amedê bike û got:

“Ez ji bo konsera Rihayê û konsera Amedê jî gelekî bextewar bûm. Her du konser gelekî bi coş derbas bûn û spasiya gelê me dikim.”

“Ez dê tiştên baştir bikim”

Mamedovayê herwiha got, “Her du konseran hêz da min ku ez hêj zêdetir ji bo çand û muzîka Kurdî bixebitim. Hêvîdarim tiştên hîn xweştir û baştir jî çêbikim.”

Tara Mamedova kî ye?

Muzîkjena Kurd û ciwan Tara Mamedova, li Qirgizistanê hatiye dinê. Heta 8 saliya xwe li wir jiyaye.

Dema Sovyet belav dibe, malbata wê koçî bajarê Saratovê yê Rûsyayê dike. Heta sala 1999an li Saratovê dijî.

Destpêka salên 2000î ji bo dersên dans, şano û muzîkê diçe bajarên Moskow û Yaroslavê.

Malbata Tara Mamedova sed sal berê ji Bazidê koçî Sovyetê kiriye. 

Mamedova bi piştgiriya dayika xwe ya mamoste Gorçek Abdûlayevnayê berê xwe dide hunerê.

Dayika wê jî digel mamostetiyê, stranên Rûsî distirê.

Hunermenda ku di zarokatiya xwe de bi heyranî li dayika xwe  guhdar dikir, dîsa bi rêvebirya dayika xwe beşdarî gelek kursên hunerî dibe.

Di wan salên destpêkê de, ji bo ku xwe û hunera xwe bi pêş bixe berê xwe dide Fransayê.

Tara Mamedova di sala 2008an de, li Parîsê di konservatûarekê de perwerdeyê dibîne. Di wê navberê de, li kolanên Parîsê pêrgî komên muzîkê yên cazê dibe.

Tara Mamedova, vê muzîkê , muzîka Rûsî ya Ramansî û ya Kurdî têkel dike. Deh salan bi vî awayî li Parîsê dijî.

Ew êdî digihêje wê baweriyê ku divê di muzîka xwe de rengvedaneke bi vî awayî çê bike. Li ser vê bawerî û bingehê, wekî muzîkjenekê vedigere welatê xwe yê ku sed sal berê jê koç kiribû .

Di sala 2005an de yekem albuma xwe ya bi navê “Ax”ê belav dike.

Di komxebata xwe ya duyem de, performansa xwe ya zindî bi kar tîne. Van xebatên xwe li platformên dijîtal belav dike.

Di xebata sêyem ‘”Live”ê de, stranên bi zaravayê Kirmanckî (Zazakî) jî li repertuara xwe zêde dike.

Mamedovayê di serî de li Stenbol, Amed, Wan û gelek bajarên din gelek konser dane.

Ji ber ku di nava çandeke pirrengî de jiyaye, muzîka xwe jî li ser vê bingehê tomar dike.

Hunermenda ku li ser vê baweriyê karê xwe beredewam dike, ne tenê bi zimanê xwe, herwiha bi zimanên cuda cuda distrê.

Ew niha li Tirkiye dijî û zewicî ye û keçeke wê bi navê Elenya heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst