Tîma Rûdawê serdana mala stêrkê Bollywoodê kir

Mumbay (Rûdaw) – Piştî sê rojan me karî em herin mala  stêrkê Bollywoodê Salman Kahn. Dema em gihîştin li ber deriyê mala Salman Kahn me dît  ku derdora 40 kesî kom bûne. Hinek ji wan li ber deriyê mala Khan wêneyên xwe digirtin.

 

Li ber mala wî ya li bajarê Mumbayê15 pasavanên wî hebûn. Me ji wan re got ku hevdîtineke me ya plankirî ligel Salman Kahn heye, lê wan ji me re gotin ku ti kes li male nîne. Me piştre xwe da naskirin. Piştî ku yek ji pasavaan çû di hundirê malê de û hat, ji me pirsî ku “hûn ji Kurdistana Iraqê hatine?” Me jî got belê û bi vî awayî em ketin hundirê mala stêrkê Bollywoodê Salman Kahn. 


Malbata Bollywoodê


Navê rast yê aktorê navdar ê ji Hindistanê  Ebdul Rashid Salim Salman Khan e. Ev di heman demê de aktorekî navdar, pêşkêşvanê televîzyonê, model û kurê aktor, derhêner û senarîst Selim Khan e.


Ew li Hindistanê wek “Malbata Bollywoodê” têne naskirin. Selim Khan, sê kurên wî û zaveyekî wî bi hev re li Bollywoodê xebitine û niha hemû bi hev re li heman malê dijîn.


Em wekî mêvanên Salman Kahn bûn, lê tevahiya endamên din ên malbatê ligel me li ser sofraya xwarinê bûn. Me ji Selîm Khan pirsî “Fîlmên Hindî gelek zêde li Kurdistanê têne temaşekirin, gelo hûn ji vê yekê agahdar in?” Wî jî got: “Belê em dizanin. Gelê we gelek ji filmên me hez dikin.”


Selîm Khan derbarê şerê bi DAIŞê de jî zanyarî hebûn. Dema me ji wî pirsî “Tu dixwazî derbarê vê mijarê de jî fîlmekê çêbikî?” wî jî got “Eger mijareke balkêş hebe çima nebe?”


Endamên malbata navdar a Hindî herwiha ji mijara revandina keçên Kurdên Êzidî jî agahdar bûn. Wan got ku ew dixwazin hevdîtineke ligel herdu çalakvanên Kurdên Êzidî yên xelata Theresa Anne wergirtinê pêk bînin, lê derfeta wê yekê hêj çênebûye.


Me jî Selîm Khan pirsa kurê wî Salman Khan kir. Selîm got: “Peywendiyên me gelek baş in, em bi hev re dijîn. Min rê jê re vekir, lê ew bixwe jî kesekî jîr bû. Niha yek ji stêrkên Hindistanê yên têne naskirin e.”

 

Di sala 1965an de Salman Khan jidayîk bûye. Salman 53 salî ye, lê hêj nezewicî ye. Salman Khan di fîlman de herî zêde bi rolên zordar, mafya û şervan derdikeve pêş. Ew wekî rûyê tundiya sînemaya Hindistanê tê naskirin, lê di rastiyê de kesekî gelek aram, birehim û dilovan xuya dibe. Jixwe ji sedî 40 dahata xwe bi ser kesên hêjar ve belav dike.



 

Bavê wî jî derbarê vê helwesta wî de dibêje: “Ez gelek ji vî aliyê wî hez dikim. Ez bi wî serbilind im.”

 

Selîm Khan du zewac kirine û hevjîneke wî krîstiyan e, yek jî hinduîst e. Di mala wî de pirtûkên pîroz wekî încîl, quran û tempîka biçûk a hinduyan hene. Salman, Arbaaz û Sohaîl ji hevjîna wî ya yekem in.

 

Abraaz û Sohaîl dibêjin ew derbarê Kurdan de xwedî agahî ne. Sohaîl Khan got ku rêza wî ji gelê Kurdistanş re heye.

Ji bo wêneyek 45 saet rê 

 

Mumbay yek ji mezintirîn bajarê Hindistanê ye û nifûsa wê zêdeyî 12 milyon kesî ye û bi pîşesazî, sînema û Bollywoodê navdar e. Piraniya stêrkên Bollywoodê jî vî bajarê dijîn.


Mala Salman Khan a li bajarê Mumbay dikeve taxa Bendray. Ev tax wek taxa sînemageran tê naskirin.


Piştî em ji male derketin hêj li ber derî qerebalixî hebû û kesên dihat û diçûn li ber deriyê male wêneyên xwe digirtin. Atişî yek ji wan xorta bûn. Dema min ji wî pirsî tu çi dikî wî jî got: “Ez li ber deriyê Salman Khan wêneyên xwe digirim. Ez piştî 45 saetan geşta bi trênê gihîştime vir.”  


Li Hindistanê her tim li ber deriyên sînemageran wiha qerebalix e.  Hinek ji wan xwe ji heyranên xwe diveşir in û hinek ji wan jî dema xwe ji bo heyranên xwe vediqetîne.