Mehmed Uzun îro li Amedê tê bibîranîn

11-10-2022
RÛDAW
Nîşan Mehmed Uzun Amed Bîranîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskarê kurd Mehmed Uzun di salvegera 15emîn a koça xwe ya dawî de li Amedê bi tevlîbûna malbat û hezkiriyên wî tê bîranîn.

Hevjîna Mehmed Uzun, Zozan Uzun li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku îro Sêşemê 11ê Cormehê dê Mehmed Uzun seat 14:00 li ser gora wî were bîranîn.

Zozan Uzun herwiha daye zanîn ku piştî axaftin û merasîmên li ser goristanê dê di seat 16:00 de li konaga Zerzevanê dost, heval, malbat û xwendevanên Mehmed Uzun li hev kom bibin û sohbetekê li ser jiyan û berhemên wî lidar bixin.

Mehmed Uzun kî ye?

Mehmed Uzun 1ê Çileya 1953 li navçeya Siwêrekê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye m. 11ê Cotmeha 2007 li Amedê koça dawî kir.

Ji ber xebata wî ya nivîsîna bi zimanê dayikê çend caran ji aliyê desthelatdariya Tirkiyşê ve hat zîndanîkirin. Her ji ber wan gefên li ser jiyana xwe, havîna sala 1977ê ji Tirkiyê derket û heyameke dirêj li Swêdê ma.

Ew endamekî PENê û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê bû. Wî li sala 2001ê xelata Torgny Segerstedt wergirt.

Heft roman û gelek ceribandin, lêkolîn û helbest nivîsîne û weşandine. Helbesteka wî ya dirêj bi navê Destana Egîdekî ji layê hunermend Ciwan Hacoyî ve hatiye strandin. Mehmet Uzun tenê bi kurdî nanivîse, gelek berhemên bi zimanên Tirkî û Swêdî jî nivîsîne.

Ew sala 2005ê vegeriya Tirkiyê û li Stembolê ma. Li dawiya wê salê (2005ê) ji aliyê Wezareta Rewşenbîriyê a Herêma Kurdistanê ve li Hewlêra paytext hat xelatkirin.

29ê meha gulana 2006ê hat zanîn ko tûşî nexweşiya giran a şêrpenceyê bûye. Li destpêkê, ew li nexweşxaneya zanîngeha Karolînskayê li Stokholma Swêdê hat nivandin. Ew ji bo çareserê ber bi Amerîkayê jî hat şandin.

Mehmed Uzun di 11ê Cotmeha 2007an di saet dora 11.00an li Amedê ji ber nexweşiya xwe koça dawî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst