‘Mona Lisayê Mêr’ derdixin mezadê

11-10-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Mona Lisayê Mêr Leonardo Mala Mezadê ya Christie
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Ji berhemên Leonardo da Vinciyê wênesazê navdar ê Ronesansê "Salvator Mundi" yê ku wekî "Mona Lisayê Mêr" tê zanîn dê derxin mezadê.

 

Mala Mezadê ya Christie'sê ragihand ku di mezadê da bihayê berhema portreya narîn a bi navê Salvador Mundi wê bi 100 milyon dolarî dest pê bike.

 

Di daxuyaniyê da hat gotin ku wêne li pêşangehên Hong Kong, San Francisco, London û New Yorkê jî dê bên nîşandan û di nav meha mijdarê de jî firotinê dest pê bike.

 

Da Vinci li ser panela sal 1500 hatiye nivîsandin bi boyaxa bidon wêneyê Hezretî Îsa yê ku qeftanekî sor û şîn lê ye û di dest de jî kûreya krîstal heye neqiş kiriye.

 

Der heqê kesê ku ev berhem ji bo firotinê derxist holê de tu agahî nehat dayîn û bi tenê hat gotin ku ew koleksiyonerekî taybet ê ji Ewropayê ye.

 

Hunermend Da Vinciyê ji Îtalyayê di heyama Ronesansê de jiyiya û ji hunemendên herî mezin ê cîhanî tê hesibandin, "Mona Lîsa" û "Şîva Dawîn" berhemên wî yên herî navdar in.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst