Festîvala Fîlman a Torontoyê bi fîlmekî taybet bi penaberên Sûrî destpê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Festîvala Toronto ya Fîlman li Kanada bi nîşandana fîlmeke li ser penaberên Sûriyê destpê kir, heta roja 18ê vê mehê berdewam dike.

Li Kanadayê ji 8ê vê mehê ve Festîvala Fîlman a Torontoyê destpê kiriye û heta 18ê mehê berdewam dibe. Wek hemû festîvalên sînemayê yên cîhanî, her tim filmek dibe tacegula fîlman û festival pê tê vekirin. Ew fîlm vê carê, Filmê Melevankeran e.

Melevanker behsa çîroka du xwîşkan dike bi navên Yusra û Sara Mardînî ku welatiyên Sûriyê ne û di sala 2015an de bi belemeke lastîkî ku hindik mabû li nav Derya Spî binav bibe, bi sobayî yan melevaniyê xwe gihandin Yunanê û ji wê derê ber bi Almanyayê çûn û bûn penaber. Piştî salekê, di sala 2016an de, Yusra Mardînî wek melevana yekem a tîma werzişvanên penaber beşdarî Olompiyata Rio-2016 a Brezîlyayê bû.

Penabera Sûrî li Almanyayê Yusra Mardînî dibêje: “Ya rast bibêjim piştî derbaskirina wê rêya dijwar, qet tiştekê nikare min rawestîne. Piştî me Derya Spî derbas kir, em çûn Yunanê û ji wir çûn Almanyayê ku spasiya wan rahênana melevanîkirinê bi min kirin, ew bo min paldereke mezin bû.”

Nathalie Îssa, ew aktora ku di fîlm de rola Yusra Mardînî dîtiye.

Nathalie Îssa jî dibêje: “Em bi rastî hêvîdar in ev fîlm nerîna hejmareke zêde ya xelkê biguherîne, ji ber xelkekî zêde hene derbarê penaberan de xirab difikirin.”

Ev yekem filmê Sally Hosaini  yê derhênera fîlm e ku behsa penaberan dike.

Derhêner Sally Hosaini jî got: “Yusra û Sara nûnertiya %1ê penaberan dikin, lê min xwest bi rola kesayetiyekî bi navê Nizar di fîlm de, serê rêzê bo %99ê din ê penaberan bitewînim. Bi rêya vî filmî çendîn ezmûnên penaberan tên pêşandan.”

Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Torontoyê di sala 1976an de hatiye damezrandin û di vê 47emîn zincîreyê de nêzîkî 400 fîlm tên pêşandan û tê pêşbînîkirin ku zêdeyî 250 hezar kes jî serdana wê dikin.