BELGEFÎLM – Ganî Mîrzo: Me gelek tişt dan Ewropiyan

11-09-2019
RÛDAW
Rûdawê derbarê xebat, proje û jiyana Ganî Mîrzo de belgefîlmek amade kir
Rûdawê derbarê xebat, proje û jiyana Ganî Mîrzo de belgefîlmek amade kir
Nîşan Ganî Mîrzo
A+ A-

Hunermendê Kurd Ganî Mîrzo ku ji Rojavayê Kurdistanê ye, ev 26 sal in li Spanyayê dijî û ev zêdetirî 20 salan e bi karê muzîkê û taybet jî amûra udê ve mijûl e.

Rûdawê bi pêşkeşkarî Dilbixwîn Dara û derhêneriya Hozan Hekîm derbarê jiyan, xebat û projeyên Ganî Mîrzo de ev belgefîlm amade kir.

Ganî Mîrzo di sala 1968ê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Piştî dibistana amadeyiyê berê xwe dabû Helebê û li wir bo du salanan beşa muzikê xwend, piştre vegeriya Qamişloyê û weke mamosteyê muzikê xebitî.

Mîrzo ji bo pêşketina xwe ya di ware muzikê de diçe Îspanyayê û bi taybetî li ser muzika flamenkoya Spanî kar dike. Mîrzo motîfên muzîka Kurdî û muzîka Flamenkoyê têkel dike. Ew ji sala 1993yan ve li bajarê Barcelona yê Îspanyayê dijî.

Di van salan de jî çar berhemên wî derketine, yekemîn xebata wî bi navê “Ronî” belav dibe. Piştre jî xebata bi navê Totîko derket, ew jî bi arîkariya hikûmeta Katalonyayê hate belavkirin. Berhema Mîrzo ya sêyem “1001 şev” bû, ew jî projeyek bû ji bo xebateke şanogerî ya derbarê şerê li Iraqê de. Di sala 2014an de berhema wî ya bi navê Kampa Domiz hatiye belavkirin.

Hunermendê Kurd ew bi rengekî cuda alîkariyê zarokên Rojavayê Kurdistanê dik. Mirzo ev du sal in li Îspanyayê amûrên muzikê ji bo zarokên Rojvayê Kurdistanê berhev dike. Herwiha hinek projeyên wî ji bo zarokên Kurdên Êzidî yên li kampên Başûrê Kurdistanê dijîn hene.

Mîrzo dibêje hunermendên Kurd her çend sûd ji muzika Ewropî wergirtin e, wan gelek meledo û stranên Kurdî têkelî muzika Ewropî kirine û bûne malên ewropiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst