Festîvala Duhokê dikare bibe pira Kurdistan û Tirkiyê?

Duhok (Rûdaw) – Îsal di 5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê de film, belgefîlm û kurtefîlmên çend derhênerên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê têne nîmayîşkirin.

 

Di çaroveya festîvalê de belgefîlma bi navê Pisîk/Kedî ya Ceyda Torun, fîlma bi navê Cihana Mezin/Koca Dunya ya Reha Erdem, belgefîlma Nejla Demir a bi navê “Hevrûbûn/Yuzleşme û fîlma Fikret Reyhan a bi navê Germ Zer/Sari Sicak ji wan berhemên Tirkiyê ne ku bêne nîşandan.

 

Li gor salên borî di festîvalê de hejmara berhemên ji Tirkiyê zêdetir bûye û me jî ji beşdariyan festîvalê pirsî; gelo dibe ku Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê di navbera Kurdistan û Tirkiyê de bibe pirek.

 

 

Seroka Federasyona Rexnegirên Navnetewî yên Sînemayê Alin Taşçiyan ji Rûdawê re derbarê festîvalê de wiha got:

 

“Ev cara duyem e ez têm festîvala Duhokê. Ez gelek ji atmosfera vê derê hez dikim. Ji her derê cîhanê sînemagerên kurd li vê derê têne ba hev. A rastî di nav sînemaya kurdî de sînemaya norweçî, sînemaya tirkî, sînemaya belçikî jî heye. Her derhêner bi nasnameya xwe ya kurdî bi çîrokên li welatî dijî fîlman çêdikin û berhemên bêhempa derdikevin holê. Jixwe nasnameya kurdî di nav xwe de nasnameyeke navnetewî vedihewîne. Bi min, ji bo vê yekê jî, hevdîtinên geş, zindî pêk tên.”

  

Alin Taşçiyan derheqê berhemên Tirkiyê yên li festîvalê bêne nîmayîşkirin de jî wiha got: “Hejmara fîlmên li Tirkiyê têne berhemanîn zêde dibin. Sînemagerên kurd jî pitir dikarin li Tirkiyê xwe îfade bikin. Çawa rêjeya fîlmên Tirkiyê zêde dibe, di nav wan de hejmara sînemagerên kurd jî pêhtir dibe. Herwiha qalîteya wan jî bilind dibe. Her çiqasî nebe pir jî lê berhemên li wê derê têne berhemanîn, lê vê derê jî têne dîtin. Ev rewş heye. Yanî danûstandinek heye.”



 

Mustafa Biber ê ku muzika fîlma “Zer” çekiriye, yek ji wan kesan e ku cara yekemîn e beşdarî  Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê dibe.

 

Muzikjen Mustafa Biber jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Bi giştî min gelek eciband. Bi rastî ez wekî kesekî ji Stenbolê hatime, min hêvî nedikir ku ew der ev çend zindî û çalak be.”


Biber wiha domand: “Huner çalakiyek pêkhêner û pevgihanek e, û erka pirê li xwe digire. Festîval jî ji bo vê yekê dibin derfet. Ez bawer dikim ku di salên dahatuyê de dê hîn pêhtir bihêz bibe.”


5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê ku Tora Medyaya Rûdawê sponseriya wê dike dê heta 16ê îlonê berdewam be.