Li Hollywoodê grev: Têkoşîna hişê çêkirî û sînemageran

11-08-2023
Sinan Tunçdemir
Li Hollywoodê girêva sînemageran berdewam e
Li Hollywoodê girêva sînemageran berdewam e
Nîşan Hollywood New York Sînemager Girev Hişê Çêkirî
A+ A-

New York (Rûdaw) - Ev demek e ku sînemagerên Hollywoodê naçin karê xwe û dixwazin şert û mercên kar biguherin.

Hişê çêkirî wisa kirîye ku nivîskar û listîkvanên Amerikayê êdî nikarin kar bi dest bixin.

Hişê çêkirî him dikare senaryoyan binivîse û him jî cihê listîkvanan bi awayê dijîtal bigire.

Ev jî li Hollywood û bajarê New Yorkê bûye sedema greva xebatkarên fîlman.

Senarîstên Hollywoodê dev ji kar berda

3 meh berê senarîstên Hollywoodê ji ber sedemên wekî aboriyê û bi taybetî jî ji ber sedema hişê çêkirî dev ji kar berda.

Piştre jî listîkvanên fîlman li California û New Yorkê beşdarî grevê bûn.

Çalakvan dibêjin heta ku şert û mercên wan neguherin ew dê çalakiyên xwe bidomînin.

Senarîst û listîkvanê Hollywoodê Joshua Kane got:

“Listîkvan bi listîkvanên dijîtal re hatine guhartin. Hişê çêkirî pêş ve diçe û di gelek qadên cuda tê bikaranîn.

Niha jî ji bo zarevekirinê, kitabên bideng û li cihê listîkvanan tê bikaranîn.”

Aktor ango listîkvanên Amerikî jî dest ji kar kişand û wan dest bi grevê kir.

Ew dibêjin heta ku şert û mercên wan neguherin ew dê çalakîyên xwe bidomînin.

"Karê fîlman karê me ye, em hunermend in"

Listîkvan Shyvonne Stewart jî diyar kir ku enflasyon pir zêde bûye û got:

“Ji ber ku em nikarin têra xwe pere dest bixin, em nikarin bibin xwediyê sîgorteya tenduristiyê.

Karê fîlman karê me ye, em hunermend in. Em di nava dijwarîyan de dixebitin. Em li hêviya rêzdariyê ne.”

Listîkvan û nivîskar dibêjin heta ku fîlmçêker neyên li ser masê bi wan re rûnenin û bazarî nekin ew dê çalakîyên xwe bidomînin.

Li aliyê din hişê çêkirî kare wan ewqasî kêm kiriye ku ew êdî nikarin kar peyda bikin.

Hêjayî gotinêye ku piştî 3 mehan hîn jî fîlmçêkeran ti gav neavêtine ku peymaneke nû bi senarîst û listîkvanan re îmze bikin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst