DAÎŞ û budce çalakiyên hunerî li Kurdistanê radigirin

11-07-2014
HÎWA HÛSAMEDDÎN
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Kêmbûna budceyê ji aliyekî û hatina DAÎŞê bo ser sînorên Kurdistanê ji aliyekî din ve, kir ku hem çalakiyên hunerî rawestin û dibe xelk jibîr bikin, ku Hewlêr paytexta geştyariyê ya welatên erebî ye.

Beşek ji hunermendan ji rawestandina çalakiyên hunerî nîgeran in û dibînin ku bi ragirtina hunerê derûna xelkê bêhtir nearam dibe. Beşekî din jî dibêjin nabe ku pêşmerge di şer de bin û ew jî mijûlî aheng û şadiyê bin.

Goran Salih: DAÎŞ ziyan gihandiye Perwaz

Stranbêj Goran Salih ne ligel ragirtina çalakiyên hunerî ye û dibîne ku di vê rewşê de baştir e çalakiyên hunerî bo aramî û piştrastiya xelkê bibin “Bi min ne xweş e xelk hest bi tirs û dudiliyê bikin, çiku kar û çalakiyên hunerî hatin ragirtin, ev jî dike ku xelk bêhtir hest bi nearamî û nerêkiyên bikin”.

Herwiha diyar kir ku bi sedema ragirtina çalakiyên hunerî, gellek ziyan giha hevjîna wî Perwaz Husên. Goran got “Ji ber ragirtina çalakiyan gellek konsert û ahengên me hatin girtin, ku bi sedema vê yekê jî ziyana darayî û moralî gihane wê”.

Ji ber nebûna benzînê nayên konsertê

Lê Zana Cebelî nerîneke wî ya berevajî vê yekê heye û dibîne ku di vê qonaxê de nabe rojane Kurd şehîdan bidin û hunermend jî ahengan bigerînin. Zana dibêje “Hunermendê rasteqîne divê di hemû qonaxên jiyanê de ligel xem û azara neteweya xwe be û hest bi êş û belayên gel bike. Kurdistan ne Amerîkayê ye, ewqasî mezin be aliyek têk biçe, aliyê din hay jê nebe”.

Zana Cebelî di wê baweriyê de ye ku eger hunermend konsertan jî bikin xelk kêm amade dibin “çiku benzîn di otombîlên wan de nîne ku pê herin konsertê”.

Gunehê wezareta rewşenbîrî ye

Awazdaner Helkewt Zahîr gunehê rawestana çalakiyên hunerî vedigerîne bo hikûmetê û wezareta rewşenbîrî û dibêje “Ez ti hestê bi rola wezareta rewşenbîrî nakim û huner li cem hikûmet jî ne girîng e,  herwiha rêzgirtinê jî jê re nake. Piştgiriya karê hunerî jî pirr kêm e, ligel vê yekê jî sponsera karê hunerî gellekî kêm e. Ev jî dike ku çalakiyên hunerî rawestin”.

Helkewt Zahîr ligel wê yekê ye ku di vê qonaxê de bi sirûd û stranên niştimanî piştgiriya hêzên pêşmerge bibe.

Hefteya borî jî hunermend Hesen Şerîf cilûbergên leşkerî li xwe kir û çû sengerên pêşmergeyan. Li wê derê çend stran gotin. Ev hunermend dibîne ku ragirtina çalakiyên hunerî karekî pirr xirab e û bandora  wê li ser hunera kurdî heye “Nabe bi vî awayî çalakî rawestin. Divê bêhtir ji berê, gurbûn û tîna karê me hebe”.

Heval Îbrahîm Albûma xwe belav nake

Heval Îbrahîm, ji demekê ve albûmeke wî ya nû ya stranan amade ye bo belavkirinê, lê dibêje ku pêşmerge di şer de bin, nikarim albûma xwe belav bikim “Dibe vê demê firotina wê kêm be. Ji bilî vê yekê jî xelk bêhtir mijûlî bidestxistina benzîn û kelûpelên pêwîst ên jiyanê ne. Ne weke ku pereyan bidin bi albûmê”.

Li gor zanyariyên Rûdawê, bi helkefta bûna Hewlêrê bi paytexta geştyariyê ya welatên erebî, biryar bû ku bêhtir ji 100 çalakiyên hunerî li bajarê Hewlêrê birêve herin, lê ew çalakî hemû hatin ragrtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst