Belgefîlma ‘Li Kurdistanê Şev û Mij’ li festîvala Stenbolê hat nîşandan

11-06-2024
Omer Sonmez
Belgefîlma “Li Kurdistanê Şev û Mij” ya li ser Kurdên Êzidî hat nîşandan / Wêne: Rûdaw
Belgefîlma “Li Kurdistanê Şev û Mij” ya li ser Kurdên Êzidî hat nîşandan / Wêne: Rûdaw
Nîşan Li Kurdistanê Şev û Mij Kurdên Êzidî Festîvala 17emîn Rojên Belgefîlman a Documentarist
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Belgefîlma bi navê “Li Kurdistanê Şev û Mij” (Night and Fog in Kurdistan) ya li ser Kurdên Êzidî jî hat nîşandan li Festîvala 17emîn Rojên Belgefîlman a Documentarist a Stenbolê hat nîşandan.

Li Stenbolê 17emîn Rojên Belgefîlman a Documentarist,  îsal di 8ê Hezîranê de dest pê kir û wê heta 13ê Hezîranê berdewam bike.

Di çarçoveya festîvalê de ji 70yî zêdetir belgefîlm cih digrin.

Belgefîlma bi navê “Li Kurdistanê Şev û Mij” ya li ser Kurdên Êzidî jî hat nîşandan.

Derhênera ji bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê Şîlan Saadî, sala 2015an dest bi kişandina dîmenên 7 keçên Êzidî ên penaber dike û li nav kampa Amedê behsa jiyana wan a rojane dike.

Belgefîl behsa êş û trajediya 7 keçên Êzidî dike

Derhênera Kurd Şîlan Saadî bi vegotin û rêwîtiyên xwe yên 4 salan, behsa êş, trajedî, komkujî, rêwîtî, xewn û xeyal, hevaltî û rêwîtiya 7 keçên Êzidî ji kampa Amedê ber bi Ewropayê ve dike.

Belgefîlm sala 2019an li welatên Ewropayê bi dawî dibe.

Di çarçoveya festîvala belgefîlman de di nav 70 belgefîlman de 3 belgefîlmên din ên Kurdî jî cih digirin.

“Civaka Êzidî gelek êş û komkujî jiyane”

Çalakvanê mafên mirovan Bîlal Yildiz ji Rûdawê re got:

“Di nav Kurdan de civaka Êzidî gelek êş û komkujî jiyane. Ev belgefîlm jî vê nîşanê me dide.

Wê demê em jî wek komeleyên mafên mirovan li kampên Êzidiyan bûn û me rewşa wan bi çavên xwe didît.”

Temaşevan Aziz Tekin jî got:

“Festîvalên bi vî rengî derfetên baş in ku em dikarin fîlmên bi Kurdî û fîlmên din ên cîhanê temaşe bikin.

Me bi hevalan re belgefîlma Li Kurdistanê Şev û Mij temaşe kir. Bi rastî gelek bibandor bû.”

Ji xeynî belgefîlma bi Kurdî ya “Li Kurdistanê Şev û Mij”, 3 belgefîlmên din jî “Stêrka li Sînor”, “Dargeçit” û “Xabûr” bi Kurdî ne an mijarên wan li ser Kurdan e.

 Documentarist piranî bala xwe dide mijarên li ser mafên mirovan û ekolojiyê.

“Mijarên belgefîlman jî curbicur in”

Koordînatorê Bernameyê Necatî Sonmez jî got:

“Di festîvalê de ji 70yî zêdetir belgefîlm cih digrin. Jê 30 heb ji Tirkiyeyê ne.

Belgefîlmên me di salên 2023 û 2024an de hatine kişandin. Mijarên belgefîlman jî curbicur in.”

Derhênerên navdar ên cihanî Jean-Gabriel Périot, Hubert Sauper û Laila Pakalnina jî wek mêvanên rûmetê hatine vexwendin û dê dersên sînemayê bidin sînemahezan.

Derhênerê Fransî Jean-Gabriel Périot got:

“Ji bo ez beşdarî vê festîvalê bûm pir kêfxweş im. Ji bo min derfeteke baş dibe ku ez bi mirovan re têkilî dideynim û ji wan hînê fikrên û nirxandinên nû dibim.

Tiştekî pir xweş e ku mirov fîlmên xwe li devereke din bide nîşandan.”

Derhênerê Awisturyayî Hubert Sauper jî got:

“Ji bo ez li ser sînemayê ders bidim hatim vexwendin.

Ji bo vê yekê ez pir kêfxweş im ku li Stenbolê me. Ez piranî belgefîlmên polîtîk çêdikim.”

17emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist, îsal di 8ê Hezîranê de dest pê kir û dê heta 13ê Hezîranê berdewam bike.

Di çarçoveya festîvalê de ji 70yî zêdetir belgefîlmên ji welatên cîhanê û Tirkiyeyê cih digirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst