Li Wane Bibîranîna Feqiyê Teyran

11-06-2015
RÛDAW
Nîşan Bibîranîna Feqiyê Teyran
A+ A-

 

Wan (Rûdaw) – Bibîranîna Feqiyê Teyran li navçeya Miksê ya Wanê sibe  dest pê dike.

 

6emîn Bibîranîna Feqiyê Teyran ku ji sala 2010an ve ji aliyê Parêzgariya Wanê ve tê organîzekirin, dê li tirba Feqiyê Teyran dest pê bike.

 

Parêzgeriya Wanê ji bo beşdariya bibîranîna Feqiyê Teyran vexwendname şand ji rayedarên partiyên siyasî, saziyên sivîl û rêveberiya şaredar û qeymaqamiyê re.

 

Bernameya bibîranîne wiha ye:

 

 

10.00: Serdana turbeya Feqiyê Teyran

 

10.30: Merasima vekirina Pêşengeha Xet û Hûnera Ebruyê

 

12.00: Serdana gora alimê kurd Seyîd Fehîm Erwasî  

 

14.00: Axaftina vekirin û protokolê

 

14.30: Guhdarkirina helbest û qesîdeyên Feqiyê Teyran

 

15.00:  Panela “ Li Miksê dîroka Medresê û Tesewûfê”

 

16.00: Damezrandina muzîka tesewufî

 

Feqiyê Teyran kî ye?

 

Feqiyê Teyran li gundê Miksê yê ko girêdayiyê Colemêrgê ye ji dayîk bûye. Lê Mikis an jî Miks, niha girêdayiyê Wanê ye. Navê Feqiyê Teyran yê rastî jî, weka di çarînê de gotîye "Mihemed" (Mîr Mihemed) e. Feqî di helbestek a xwe de jî navlêka xwe "Mîr Mihê" danîye. Ew bi xwe ji malbatek eşîrîye. Bavkalê wî ji Dewleta Osmaniyan fermana mîrî yê girtine.

 

Feqîye Teyran di diroka wêjaya kurdî de cihekî bêhempa digire. Helbestvan, destan-nivîs û çîrok nivîskekî mezin e. Kurê mîrekî kurd yê ku di salên 1590-1660an de jiyaye. Berhemên nivîskar wek Şêxê Senan, Qiseya Bersiyayî û Qewlê Hespê Reş e. Her wiha di nav nivîskarên kurd de cara ewil pexşan nivîsiye (Bersîs).

 

Feqiyê Teyran perwerdeya medreseyê girtiye. Kesekî xwenda û zana ye. Di dema wi de axa Kurdistan û rojhilatê medreseyên olî hebûn. Di van medreseyan de agahiyên olî, dersên zimên û wêjeyê hatine dayîn. Ev berhema ku pir tê zanin a Ferîdeddîn Atar e. Wateya wê axafitina çûka ye. Feqî hem ji aliyê şêwaza helbestnivîsê hem jî ji aliyê ramanî ve tesîr ji Ferîdedîn Atar girtiye. Mewlana ji tesîr ji ferasate tesewufî ya Ferîdeddîn Atar girtiye.

 

Feqî di wêjeya kurdî de helbestvaneki girîng yê ku li ser xweza, evîn û tesewûfî nivîsiye. Di nava gel de baş tê nasîn. Navê wî yê ku herî zêde tê zanîn Feqiyê Teyran e. Lê em dizanin ku di berhemên xwe de bi navên wek Feqê Tera, Feqiyê Gerok, Miski, Xoce, Mîr Mihê, Mîm û Hê ji bi kar aniye. Navê wî yê rastîn Mihemed e. Li gorî lêkolînan dibe ku Feqî ji malbateke mîran be. Tirba wî hê jî li navçeya Miksê ya Wanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst