Komxebata Weşangerên Kurd dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Komxebata Weşangerên Kurd ku ji aliyê Însiyatîfa Weşangerên Kurd û Tora Xebatên Kurdî ve tê organîzekirin dest pê kir.

Komxebata ku dê du rojan berdewam bike ji aliyê Însiyatîfa Weşangerên Kurd û Tora Xebatên Kurdî ve tê organîzekirin.

Komxebata Weşangerên Kurd li Qonaxa Skender Paşa ya Amedê bi rê ve diçe.

Di Komxebata Weşangerên Kurd de dê pirsgirêkên weşangeriya Kurdî, standardkirina Kurdî û pirsgirêkên rêxistinî yên weşangerên Kurd werin nîqaşkirin.

Di komxebata ku dê ji 8 rûniştinan pêk were de gelek weşanxaneyên Kurdî beşdar in.

Mijarên komxebatê “Pirsgirêkên Rêxistinî û Mekanîzmayên Çareseriyê yên Weşangeriya Kurdî”, “Lobî û Xebatên Fînansekirinê: Weşan û Şaredarî û Wezareta Çandê” û “Di Standardkirina Zimanê Kurdî de Rola Weşanxaneyên Kurdî” ne.