Hewlêr (Rûdaw) - Komxebata Weşangerên Kurd ku ji aliyê Însiyatîfa Weşangerên Kurd û Tora Xebatên Kurdî ve tê organîzekirin dest pê kir.
Komxebata ku dê du rojan berdewam bike ji aliyê Însiyatîfa Weşangerên Kurd û Tora Xebatên Kurdî ve tê organîzekirin.
Komxebata Weşangerên Kurd li Qonaxa Skender Paşa ya Amedê bi rê ve diçe.
Di Komxebata Weşangerên Kurd de dê pirsgirêkên weşangeriya Kurdî, standardkirina Kurdî û pirsgirêkên rêxistinî yên weşangerên Kurd werin nîqaşkirin.
Komxebata Weşangerên Kurd ku ji aliyê Însîyatîfa Weşangerên Kurd û Tora Xebatên Kurdî ve tê organîzekirin dest pê kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 11, 2024
Di komxebata du rojan a li Amedê de dê pirsgirêkên weşangeriya Kurdî û mekanîzmayên çareserkirinê werin nîqaşkirin
📸 Maşallah Dekak - Rûdaw pic.twitter.com/ZEYRBfDDhT
Di komxebata ku dê ji 8 rûniştinan pêk were de gelek weşanxaneyên Kurdî beşdar in.
Mijarên komxebatê “Pirsgirêkên Rêxistinî û Mekanîzmayên Çareseriyê yên Weşangeriya Kurdî”, “Lobî û Xebatên Fînansekirinê: Weşan û Şaredarî û Wezareta Çandê” û “Di Standardkirina Zimanê Kurdî de Rola Weşanxaneyên Kurdî” ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse