Peykerên Prof. Dr. Cemal Nebez û Dr. Cemal Ehmed têne çêkirin

Silêmanî (Rûdaw) – Peykersazekî bajarê Silêmaniyê du peyker ji bo herdu kesayetên koçkirî; Prof. Dr. Cemal Nebez û doktorê pisporê zarokan Dr. Cemal Ehmed Reşîd çêdike û dibêje ku karê çêkirina peykeran di qonaxa dawî de ye.

 

Peykersaz Çêner Nizar ji Rûdawê re diyar kir: “Herdu peyker di qonaxa dawî de ne, biryar e peykerê Prof. Dr. Cemal Nebez li ber Muzexaneya Fereh û Dr. Cemal Ehmed Reşîd jî li ber nexweşxaneya zarokan were danîn.”

 

Çêner Nizar ku peykersazekî jêhatî ye, heta niha zêdetirî 20 peykerên kesayetên cuda çêkirine.

 

Dr. Cemal Ehmed Reşîd di sala 1944an de jidayîk bûye û di sala 1968an de fakulteya tibê temam kiriye. Destpêkê weke doktorê zarokan xebitiye û piştre bûye doktorê pispor ê zarokan û 50 sal zarokên Kurdistanê, bi taybetî jî zarokên Silêmaniyê tedawî kirine.

 

Roja 04-09-2018an Dr. Cemal Ehmed Reşîd li Almanyayê ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir.

 

Prof. Dr. Cemal Nebez, nivîskar û rewşenbîrê navdar ê Kurd bû û di meha Kanûna 2018an de di temenê xwe yê 85 salî de ji ber nexweşiyê li nexweşxaneyeke Berlîna paytexta Almanyayê koça dawî kir.

 

Prof. Dr. Cemal Nebez yek ji damezrînerên "Komeleya Azadî û Jiyanê û Yekîtiya Kurd" bû û ji sala 1962an ve ku Ewropayê dijiya û xwediyê zêdetirî 60 pirtûk û bi sedan lêkolînên zanistî û fikrî û siyasî yên bi zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî û Almanî bû. Demeke dirêj li Kurdistan, Iraq û Almanyayê mamoste bû.