Dilbixwîn Dara di bernameya ‘Paşîv’ de stran got

Hewlêr (Rûdaw) – Bêjerê navdarê ê Rûdawê Dilbixwîn Dara şeva borî  bû mêvanê bernameya Rûdaw TV a zindî "Paşîv” û bi koma muzîkê û hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Sefqan Orkêş re stranek pêşkêş kir.

Bêjerê Rûdawê û pêşkêşkarê bultena Rojavayê Kurdistanê Dilbixwîn Dara ku bi xwe jî xelkê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ye, şeva borî yek ji mêvanê bernameya “ Paşîv” a taybet bo Remzanê bû.

Dilbixwîn Dara di destpêkê de diyar kir ku wî di jiyana xwe ya rojnamevanî de her tim pirs kirine, niha ji bo wî zehmet e, ku bersiva pirsan bide.

Derbarê paşîvên Kobanî de Dilbixwîn Dara got ku paşîvên Remezênê li bajarê wî xweş bûn û ew hemû pêkve kom dibûn û beşek ji xelkê heta dema paşîvê nedirazan.

Dilbixwîn Dara 27 sal e wek bêjer û pêşkêşvan kar dike û ew di torên medyaya civakî de jî çalak e, li ser Instagramê 150 hezar şopînerê wî hene û dibêje medyaya civakî hêzeke xwe heye û ew di wê baweriyê de ye paşeroja medyaya civakî hêj bihêztir dibe.

Dara da zanîn ku ew Instagram, Twitter, Facebook û Youtubê bikar tîne û bi rêyên medyaya civakî peywendiyên wî ligel xelkê baş in û rojane 2 heta 3 saetan mijulî torên civakî dibe.

Bejêrê Rûdawê eşkere kir ku di jiyana wî ya rojnamevanî de nûçeya herî xweş ku pêşkêş kiriye nûçeya çûna Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bo rizgarkirina Kobanî bûye û nûçeya herî nexweş jî wefata hunermendê navdar Tehsîn Taha bûye.

Li ser rojiyê jî Dilbixwîn Dara dibêje, ew rojiyê nagire û sedema wê jî ew e ku nikare xwe li ber birçîbûnê rabigire û dema birçî dibe êşa serî dikişîne. 

Derbarê saetên xwe de jî dibêje wî nêzîk 30 saetên destan hene û piraniya wan jê re diyarî hatine û saeta wî ya nirxê wê herî giran jî 250 dolar e.

Li ser daxwazeke zêde ya pêşkeşvanên bernamaya Paşîv, Dilbixwîn Dara strana Kurdî ya bi navê “Keleşo”  bi Sefqan Orkêş re got.

Bernameya Rûdawê ya taybet bi meha Remezanê ya bi navê “Paşîv” her şev saet 01.00 heta heta 03.00 berdewam dike û li Kelha Hewlêrê tê pêşkêşkirin û tê de çend birge hene û yek ji wan birgeyan a bernameyê pêşkêşkirina stran û sirûdên olî ne.

Hunermendê Kurd Sefqan Orkêş jî ligel komek muzîkê di bernameyê de stran û sirûdên olî pêşkêş dike. 

Koma muzîkê ji 6 muzîkjenên bi navê Şiyaw Kemal (Keman), Rêbwar Ebdullah (Def), Zana Enwer (Qanûn), Razwan Xelîl (Ney), Lêzan Qadir (Ûd) û Rêwan Reşad (Def) pêk tê, bi şev sirûdên olî û hin parçeyên muzîkê dijenin.