Li Japonyayê perwerdeya zimanê Kurdî dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Li Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê waneyên zimanê Kurdî bi awayekî fermî dest pê kir.

 

Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê ragihandibû ku zaravayê Kurmancî yê zimanê Kurdî ji bo fêrî xwendekaran bikin, dixin nav waneyan.

 

Yekem waneya zimanê Kurdî bi beşdariya 40 xwendekaran dest pê kir û di dîroka Japonyayê de cara yekem e ku zimanê Kurdî weke ders li zanîngehê tê xwendin.

 

Mamosteyê zanîngehê Vakkas Çolak ku dersa zimanê Kurdî dide ji Rûdawê re ragihand ku ev di akademiya Japonyayê de cara yekem e.

 

Vakkas Çolak diyar kir: “Me piştî ku ferhengeke Japonî – Kurdî û pirtûka rêzimana Kurdî ya bi zimanê Japonî amade kir, cara ewil e ku em dersa zimanê Kurdî didin. Herwiha em dê berhemên ku di wêjeya Japonyayê de behsa Kurdan dikin, wergerînin Kurdî û bi vî awayî xebatên xwe bidomînin.”

 

Hêjayî gotinê ye ku ferhenga Japonî – Kurdî ku bi piştgiriya Komeleya Dostaniya Kurdistan û Japonyayê hat amadekirin, ji aliyê weşanxaneya Nûbiharê ve hatibû çapkirin.

 

Herwiha pirtûka rêzimana Kurdî ya bi zimanê Japonî jî, ku ji 225 rûpel û du beşa pêk tê, ji aliyê weşanxaneya Nûbiharê ve hatiye weşandin.


 

Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê