KLÎBEK NÛ – Şerîfo ‘Ez Kevok im lê lê’ bi şêweya hip hopê got!

Hewlêr (Rûdaw) – Rapvanê navdar ê Kurd Şerîfo (Şerîf Omerî) ji strana xwe ya nû ‘Ez Kevok im lê lê’ re klîbek çêkir.

 

Şerîf Omerî ango Şerîfo ku bi muzika rap û  hip hopê di nava Kurdan de naskirî ye, klîbek bi almanî, kurdî û erebî belav kir.

 

Şerîfo ji Rûdawê re diyar kir ku navê strana wî ya nû “Ez Kevok im lê lê” ye. Weke klîbên din ê Şerîfo di vê klîbê de jî mijarên civakî derketine pêş.

 

Şerîfo di vê klîbê de stîlek navnetewî bikar aniye û behsa pirsgirêkên tevahiya penaberên cîhanê û taybetî jî behsa pirsgirêkên Kurdan dike.

 

Derhênerê Kurd Amed Abideen hem dîmenên klîbê tomar kiriye û hem jî derhêneriya klîbê kiriye.

 

Şerîfo vê strana xwe bi hersê zimanên kurdî, erebî û almanî dibêje.