Nivîskar Mehmet Dîcle romana xwe ya nû îmze kir

11-02-2024
Ferdî Sak
Nîşan Berfa Sor Roman Mehmet Dîcle
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskarê ji parêzgeha Amedê Mehmet Dîcle romana xwe ya nû ya bi navê "Berfa Sor" li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji xwînerên xwe re îmze kir.

Romana nû ya nivîskar Mehmet Dîcle ya bi navê “Berfa Sor” ji Weşanxaneya Zîzê derket.

Mehmet Dîcle doh li cafeyeke navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi çalakiyekê ji xwînerên xwe re danasîna romanê kir û ji wan re îmze kir.

Hejmareke zêde ya xwîneran û çendi nivîskar û rewşenbîrên naveçeyê jî beşdarî çalakiyê bûn.

Mehmet Dîcle derbarê jiyan, berhem û romana xwe ji wan re axivî û ji bo beşdarbûnê spasiya wan kir.

Nivîskar Bajar Mîr Zeman jî ragihand ku Mehmet Dîcle bi çîrokên xwe yên serkeftî tê nas kirin û got:

"Mehmet Dîcle heman lehengên di çîrokên xwe de bi awayekî serkeftî di romana xwe de jî bikar anîne."

Mehmet Dîcle kî ye?

Mehmet Dîcle sala 1977an li navçeya Hezroyê ya Amedê ji dayik bûye.

Beşa Erdnîgariyê ya Zanîngeha Stenbolê qedandiye û li Amedê dijî.

Di salên 1990î de dest bi nivîsîna çîrokan kiriye.

Berhema wî ya yekem a çîrokan “Asûs” e. Herwiha bi navên “Ta û Nara”yê jî berhemên wî yên çîrokan çap bûne.

Yekem romana nivîskar “Berfa Sor” e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst