Awat û ferhengeke nîvcomayî!

11-02-2016
Kameran Subhan
A+ A-

 

Li holeke Pirtûkxaneya Silêmaniyê, pirtûkxaneyeke dewlemend û tije pirtûkên giranbuha heye ku dora du hezar pirtûkên bi her sê zimanên “kurdî, erebî û ingilîzî” lixwe digire ku salên 80yan nivîskar û rêberê ramana neteweyî “Ebdulla Cewher” pêşkêşî Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmaniyê kirin. Piştî mirina wî jî, di sala 1982 de, paşmaya pirtûk û hin berhemên wî yên belavkirî, diyarî heman pirtûkxaneyê hatin kirin.

Lê eger mirov niha li tevahiya pirtûkxaneya kurdî bigere, ji xeynî çend gotar û hinek bîranîn û nivîsên din, hin berhemên wî ku ji hêla Dezgeha Serdem û Navenda Jînê hatine çapkirin, mirov tiştekî dîtir li ser vî nivîskar û rexnegirî nabîne. Tevî ku kêm nivîskarên Kurd bi qasî wî babet û gotar nivîsandine. Dema min rûpelên herdu belavokên “Jîn” û “Gelawêj”ê vekirin, min çend babet bi navên “E. Çalak, Cîm, E. Cewher” dîtin ku, hemû jî nasnavên Ebdulla Cewher in.

Vî nivîskarê ku nîv sedsalê babet nivîsandin, piraniya nivîsên xwe bi nasnavan belav dikir. Ev nihêniyeke girîng ya jiyana wî bû. Helbestvan Herdî digot, tew li ser Kajîknameyê jî ku yek ji dînemo û payeyên wî yên sereke bû, nedixwest navê wî bê nivîsandin. Vêga jî dema mirov li “Kajîkname”yê dinere, zimanê wê yê kurdî yê bilind û rewanî û zelaliya di dariştina wê de, gotina mamoste Herdî piştrast dike.

Şêrko Bêkes jî digot, ez û çend nivîskarên dîtir ku me nû dest bi nivîsandinê kiribû, me pir caran jê re digot, mamoste tu çima berheman bi navê xwe belav nakî? Ew dikeniya û bi dengekî nizm û aram digot: Kengî ez bûme nivîskar ez ê berheman bi navê xwe belav bikim! Navê min ne girîng e, lê berhem girîng e.

Beriya wefata wî di bihara 2006 de, em çend nivîskarên Dezgeha Serdemê, bûne mêvanê mala helbestvan Ehmed Herdî. Yek ji şagirtên herî dilsoz û şeyda yên Ebdulla Cewher, ku Şêrko Bêkes bû, bi Herdî re dest bi axaftinê kir li ser berhemên E. Cewher û Kajîkname û astengî û pirsgirêkên Kajîk û bizava neteweyî li Başûrê Kurdistanê.

Di wê rûniştinê de hizra komkirina berhem, destnivîs û pirtûkên belavnekirî yên E. Cewher derket holê û biryar hat standin ku Dezgeha Serdemê bi vî karî rabe. Di wê rûniştinê de, dabaşa du pirtûkên girîng yên Ebdulla Cewher hat kirin ku yek ji wan pirtûka “Awat” e û ya dîtir jî ferhengeke ingilîzî-kurdî ye bi navê “Hinek dengên xerîb di zimanê kurdî de.” E. Cewher berî mirina xwe bi çend salan ev ferheng nîşanî mamoste Herdî dabû, lê mixabin mirinê nehîşt ew wê xilas bike.

Piştî sê salan û beriya wefata Şêrko Bêkes, dest bi berhevkirina babet, wêne û destnivîsên wî nivîskarê şoreşger hat kirin. Ji min re jî rûmeteke mezin bû ku serpereştiya vî karî bû para min. Piştî karekî dijwar ku dora çar mehan berdewam kir, me gelek arşîf, destnivîs û babetên wî bidest xistin. Piştre jî me hejmareke taybet ya kovara “Rovar” li ser wî derxist û me çend aliyên nihênî û veşartî yên jiyan û berhemên wî berçav kirin.

Herwiha me sê pirtûkên wî çap kirin bi navê: “Dîwana Dayê Can (Helbest), Romana Ber bi Kurdistanê bi mistek ax û xweliya Hewramanê, Beşek ji gotar û nivîsên belavkirî yên Ebdulla Cewher.” Pirtûka sêyem bi alîkariya Navenda Jînê hat amadekirin ku ew gotar berê ji hêla Umêd Aşna hatibûn berhevkirin. Herwiha belgefîlmek li ser jiyana Ebdulla Cewher hat çêkirin ku ji derhênana Xesrew Heme Kerîm bû.

Lê tiştê ku di jiyan û dinyaya nivîsandinê ya vî nivîskarê neteweyî de mirov dilgiran dike ew e ku, çend salan beriya wefata xwe dest bi nivîsandina ferhengeke ingilîzî-kurdî bi navê “Hinek dengên xerîb di zimanê kurdî de” kiribû. Wî bêhtirî nîvê vê ferhengê xilas kiribû, lê mirinê rê neda ew wê bi temamî xilas bike. Wî her tîpek di defterekê de nivîsandibû. Tîpa “B” li ba min e û ez ne şaş bim wî heta tîpa “K” nivîsandibû. 

Ev ferheng niha nîvco û wek destnivîs maye! Xwezî mîna pirtûkên nîvcomayî yên gelek nivîskarên mezin yên dinyayê ew ferheng jî bi nîvcoyî bihata çapkirin. Ez piştrast im ku zelaliya zimanê wê yê kurdî û hilbijartina ferheng û peyvên wê dê bibûna dewlemendiyeke mezin bo pirtûkxaneya me ya hejar.

Niha jî ez pir caran li pirtûkxaneya xwe wê deftera berg şîn ya kevin dibînim û zincîra wê vedikim û li peyv û serrastkirina xêz û wateya peyvên wê dinerim ku bi xetekî reş û zirav hatiye nivîsandin, hizr û xeyala min diçe ser rengê wî yê aram û porê wî yê reşbelek ku bi dehê caran Şêrko Bêkes û mamoste Omer Marif Berzencî û wênekêş M. Elî Kerîm wek sê şeyda û dostên E. Cewher, ji min re dabaşa rûxsar û tevgera wî kirine û timî bi anîna navê wî re rûxsarê wî jî tê ber çavê min.

Pirtûka duyem ya bi navê “Awat..nalîna dilê Ebdulla Cewher” di sala 1938an de ji hêla Pîremêrd li çapxaneya Jiyan li Silêmaniyê hat çapkirin, lê hîn li çapxanê bi fermana mîrê leşkerî yê wê çaxê yê Brîtanya li Silêmaniyê, ew pirtûk hat sansurkirin û rê li ber belavbûna wê hat girtin. Lê belê Pîremêrd çend liban ji wê pirtûkê diparêze û piştre li ba çend kesayetiyên bajarê Silêmaniyê peyda dibe û dest bi dest tê belavkirin. Derbarê çapkirina “Awat”ê Pîremêrd dibêje: “Ebdulla Cewher, wek nûserekî genc û teze, bi kurdiyeke xwerû û zelal û hilbijartina babetên girîng bo nivîsandin û wergerandinê, hîşt ku em li çapkirina “Awat”ê biramin.”

Li gor wê qonaxa ku “Awat” tê de hat çapkirin, eger mirov berê xwe bide rênivîs û zimanê nivîsandina pirtûk û rojnamegeriya kurdî li Başûrê Kurdistanê, wê çaxê dê bibîne ku zimanê kurdî û zelaliya peyv û hevokên Ebdulla Cewher çiqasî kurdiyeke paqij û bê peyvên biyanî bû. Ew di ramanên xwe de neteweyî bû. Di cil û berg û tevgera xwe de neteweyî bû. Di axaftin û nivîsandinê de neteweyî bû û pir kêm peyvên biyanî di nivîsandin û axaftina xwe de jî bikar dianîn.

Di dîwana helbestan ya “Dayê Can” de ku berhemeke sembolîk e û gelek hêma û nîşane tê de cih digrin, li gor helbestvanên Kurd di wê demê de, nemaze Goran, Şêx Nûrî, Pîremêrd û Bêkes asta wî ya helbestvanî nizmtir bû, lê taybetmendiyeke zêde di wêne û dinyaya wî ya helbestvanî de hebû. Di hûnandin û hinek têgehên hevçax yên helbestvanî de ku dibe ku li ba helbestvanên Kurd yên dîtir di wê demê de nebin, bi taybetî ku pisporiyeke wî ya berçav di edebiyata ingilîzî de hebû û wergêrekî zîrek yê edebiyata ingilîzî bû.

Helbesta Şêrko Bêkes li ser Ebdulla Cewher

Navê wî Ebdulla Cewher e

Ez li ku bim

Ew mûm bi min re ye û li ser çiyê

Wexta ku me kevir kiribûn pirtûk û ewr kiribûn kaxez û qelem kiribûn giya

Ruhê wî timî bi min re bû

Di kenarê oqyanosê de

Min ew bi xwe re bir Ewropayê…

Min girnijîna wê eşqê ji Lorka re bir

Min aramiya wê çîroka tenêtiyê bi xwe re ji Çexov re bir  

Lorka ew kir hingûra helbestekê û

Çexov ew kir çîroka bilûreke ziravik û

Li Sîberyayê  

Koleyekî Sovyet ji xwe re lêda

Min bi xwe re evîna wî bir û

Min da destê hetaveke çermreş ya

Başûrê Afrîqayê û wê jî ew kir

Medalyayeke kesk ya roja evîna azadiyê û xist gerdena Mandela.

********

E. Cewher..

Tenê ye û yek kes e û

Lê niha

Çar malên wî hene û di wan de dijî..  

Mala sireeke bayê li geliyê “Awyer” û

Mala xwîna qurbaniyekî li ser kolanên “Amedê” û

Mala çavê gulberrojekê

Li zeviyeke “Efrînê” û

Mala çaran..mala vala ya qelemeke bê jin û mal,

Bê zarok û bêyî nevî û xerîb di

Bajarê xwe de

Tik û tenê..

Wek teyrê ji refê xwe qetiyayî

Mîna bilûrê goşegîr

Tik û tenê

Wek vê hêsira çavê min

Di vê şevê de

Tik û tenê

Tik û tenê 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst