Muzîkjenekî ji Efrînê li Îtalyayê deng vedaye

11-01-2024
RÛDAW
Aştî Ebdo bi muzîka xwe li wî welatî bûye hunermendekî navdar
Aştî Ebdo bi muzîka xwe li wî welatî bûye hunermendekî navdar
Nîşan Aştî Ebdo Îtalya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Muzîkjenê Kurd ê ji Efîrna Rojavayê Kurdistanê Aştî Ebdo di nava xelkê Îtalya de gelekî navdar bûye.

Aştî Ebdo ji zarokatiya xwe ve ji muzîkê hez dikir, dema ew mezin bû muzîk ji xwe re kir kar.

Aştî Ebdo ku ji sala 2006an ve li Îtalyayê dijî, di di mezintirîn Orkestraya Semfoniyê  wî welatî de bi şal û şapikên Kurdî û cemedana sor stranên Kurdî dibêje.

Ebdo dema ku derbasî nava muzîkjenên semfoniya Îtalî dibe, bi cilên Kurdî dikeve nava wan ku mina hîn jî li Çiyayê Kurmênce be û di nav zeviyên xwe yên zeytûnan de bimeşe.

Hunermend Aştî Ebdo beşdarî bultena taybeta a Rojavayê Kurdistanê bû û got:

“Ez dixwazim muzîka Kurdî li xelkê Ewropayê bidim nasî û min gelekî li ser vê yekê kar kiriye. Ez niha difikirim ku ka ez çawa dikarim zêdetir muzîk û çanda Kurdî li Ewropayê bidim nasîn.”

Aştî Ebdo da zanîn ku ew ji bilî muzîkjenên Îtalî bi muzîkjenên Kurd û Ereb re jî dixebite.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst