Rewşan dê li Îzmîr û Antalyayê konseran bide

11-01-2024
RÛDAW
Rewşan dê li Îzmîr û Antalyayê konseran bide
Rewşan dê li Îzmîr û Antalyayê konseran bide
Nîşan Rewşan Konser Îzmîr Antalya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermend Rewşan dê li bajarên Antalya û Îzmîrê yên Tirkiyeyê du konseran li dar bixe û temamî biletên wan konseran hatine firotin.

Rewşanê ji Rûdawê re ragihand ku ew dê konsera xwe ya yekem 13ê Kanûna Paşîn li Antalyayê û konsera xwe ya duyem jî 14ê Kanûna Paşîn li Îzmîrê li dar bixe.

Rewşanê anî ziman ku ew dê di konserên xwe de stranên xwe yên wekî Kavir, Ax Eman, Gulê, Diçim Diçim û Kirasê Te bistrê.

Rewşanê herwiha diyar kir ku ew dê di nava du hefteyên pêş de straneke nû ya bi navê Tu Çûyî derxe ku gotinên û muzîka wê bi xwe amade kirine.

Hunermenda ji Bakurê Kurdistanê 17ê Çiriya Pêşîna 2023yan konserek li dar xist û rastî eleqeyeke mezin hat ku dê vîdeoya wê li ser Youtubeyê were weşandin.

Rewşana ku bi berdewamî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê konseran dide, li navçeya Tetwanê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê dijî.

Ew piştî temamkirina xwendina xwe ya di warê derûnnasiyê de, fêrî jenîna kemanê bûye.

Hunermanda Kurd 2 albumên bi navê “Ax Lê Wesê” û “Tov” tomar kirine, herwiha gelek sîngle û vîdeoklîp jî belav kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst