Hewlêr (Rûdaw) - Piştî konserên Rojda, Diljen Ronî û Azad Bedran konserên hunermeda Kurd Xecê jî li sê parêzgehan hatin qedexekirin
4ê Çiriya Paşîn Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Şaredariya Êlih û Şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê tayîn kiribû.
Piştî tayînkirina qeyûman pêleke qedexekirinê li dijî çand û zimanê Kurdî jî dest pê kiriye û konserên hunermendên Kurd tên qedexekirin.
Destpêkê Şaredariya Navçeya Kûçûkçekmece ya Stenbolê konsera hunermenda Kurd Rojdayê betal kir ku biryar bû 17ê vê mehê bê lidarxistin.
Piştre Şaredariya Navçeya Şîşliyê ya Stenbolê konsera hunermendê Kurd Diljen Ronî ya li Navenda Çandê ya Bajêr a Cemil Candaş bi hinceta xebatên avahîsaziyê yên li navendê betal kir.
Piştî wê hunermend Azad Bedran jî ragihand ku konsera wî ya 15ê vê mehê ya li salona Şaredariya Murat Paşayê ya Antalyayê bi hinceta ku heman rojê di salonê de civîneke din heye hatiye betalkirin.
Herî dawî hunermenda Kurd Xecê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku sê konserên wê yên li parêzgehên Erzirom, Agirî û Muşê yên Bakurê Kurdistanê hatin betalkirin ku biryar bû 16, 20 û 21ê vê mehê bên lidarxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse