Li Başurê Kurdistanê weşana rêzefîlmên biyanî tê sînordarkirin

10-11-2019
RÛDAW
Nîşan Başûrê Kurdistanê Rêzefîlm Wezareta Rewşenbîrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, daxwaz kir ku weşana rêzefîlên biyanî bê sînordarkirin.

Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya derbarê rêzefîlên biyanî de qebûl kir.

Rêveberê Ragihandin, Çap û Belavkirinê ya ser bi Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve Sîrwan Osman ferman bo hemû kenalên li Hewlêrê şand bo ku weşana rêzefîlmên biyanî sînordar bikin.

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî bi îmzeya wezîr Piştiwan Sadiq roja 15ê Îlona 2019an nivîseke bi hejmara 123an bo Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan şandibû daxwaz kiribû ku weşana rêzifîlmên biyanî li kenalên li Herêma Kurdistanê bên sînordarkirin.

Li gor nivîsa Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî  li gor lêkolînên dawîn sedemeke sereke ya hevberdan û cudabûna jin û mêran weşana hejmareke zêde ya rêzefîlmên tirkî ne û hatibû gotin, “bi her awayî ew rêzefîlm dûr in ji edeb û çanda Kurdewarî.”

Beşek ji dezgehên din jî daxwaza qedexekirina rêzefîlmên tirkî kiribûn

Saziya Rêveberiya Rûbirûbûna Tundiya li Hember Jinan a Herêma Kurdistanê berî niha aşkere kiribû ku ew rêzfîlm ‘bandoreke xerap li ser exlaqê civakê pêk tînin’ û ji ber hindê daxwaza sînordarkirina rêzefîlmên tirkî hatibû kirin.

Cîgira seroka wê dezgehê Arî Refîq bi nivîsekê daxwaz ji Wezareta Rewşenbirî û Ciwanan kiribû ku pişkinînên li ser rêzefîlmên tirkî bên zêdekirin û ragihanibû, “Ji ber ku beşek ji wan rêzefîlman bandoreke xerap li ser exlaqê civakê dikin.”

Arî Refîq tekez kiribû ku li ser zêdebûna gilî û gazindên hemwelatiyan wan pêşniyaz kiriye ku weşana wan rêzefîlman bê qedexekirin.

Wezîrê Rewşenbirî û Ciwanan Mihemed Seîd Elî ji Rûdawê re aşkere kiribû ku gilî û gazindên hemwelatiyên derbarê rêzefîlmên tirkî de gihiştine destê wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst