‘Di filma Lîstikên Ser Textê de ya giring ne seks e lê peyama exlaqî ye’

Hewlêr (Rûdaw) – Şirovekara navdar ê rojnameya The Times a îgîlîzî Jenni Russell, di gotarekî de fîlma "Xiwediyê Gustîlkê" (The Lord of the Rings) û ya “Lîstikên Ser Textê” (The Game Of Thrones) berawird dike û dibêje: “Filma Lîstikên Textê zêdetir rastiyan nîşa me dide.”  

 

Şirovekar Jenni Russell diyar dike, ku beriya 10 salan, dema ku  fîlma bi navê "Xiwediyê Gustîlkê" (The Lord of the Rings) derket, wê hevî û hezekê mezin ji wê fîlmê  wergirtiye. Lê niha ew fîlm pir asayî bûye, ji ber ku dema wê bi serve çûye û ketiye dîrokê.

 

Jenni Russell dibêje, “Niha fîlmeke gelek balkêş ya bi  mavê "Lîstikên Ser Textê” (an ku lîstikên li ser desthilat û kursiyan The Game Of Thrones) derketiye, ji gelek helqayan pêk tê û fîlmeke fantastîk e, ji fîlma "Xiwediyê Gustîlkê" bihêztir e.

 

Russell diyar dike: “Ya herî girîng di fîlma Lîstikên Ser Textê de ne seks û ne ejderha ne. Ya herî girîng derew û fêlbaziyên mirovan in û fîlm wê nîşan dide ka ji bo parastina pêgeha xwe ya stratejîk mirov çiqas şareza ne. Ew hêzên burokratîk û demokratîk dema nikarin cîhê xwe di rewşêke metirsîdar de biparêzin, çi ji destê wan tê.”

 

Şirovekar diyar dike, ku fîlm ne tenê di warê dîtbarî de balkêş e, herwiha rastiya dîroka sedsala welatên  Ewropayê û herwiha rewşa îroyîn a desthilata welatên mezin jî dide nîşandan.

 

Jenni Russell dibêje: “Di fîlmê de serdama deshilatdariya paşayê Brîtaniya tê nîşandan lê em dikarin roja îro ve girê bidin û wê fîlmê weke mînaka rewşa niha ya Koşka Spî û desthilata Donald Trump ve, rewşa Rûsyayê ya serdema Pûtîn ve, rewşa Koreya Bakûr û deshilatdariya Kim Jong-un ve girêbidin.”

 

Şirovekara The Times dide xuyakirin ku di fîlma Lîstikên Ser Textê de ji keyf û zewqê zêdetir peyameke exlaqî heye û dibêje: “Fîlm mirov dixe nav rewşekê exlaqî de, ku em ji ber peywendiya xwe ya li gel deshilatê bêdeng dibin. Di heman demê de mirovên îro pabendî nirxên mirovatiyê yên sedsala 21an nabin. Roja îro cîhan di rewşeke kaotîk de ye û mirov bi serbilindî behsa wê dikin, lê gelek kes îro li dijî vê rewşê ne. Li gorî wan hejmara me kêm e lê ya herî giring ew e, ku tekoşîna me berdewam be.”