Serdar Canan straneke nû belav kir

13 demjimêr berê
Ferdî Sak
Serdar Canan straneke nû belav kir / Wêne: Ji dîmenan
Serdar Canan straneke nû belav kir / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Serdar Canan Behar e Bilbil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê ji Colemêrga Bakurê Kurdistanê Serdar Canan strana “Behar e Bilbil” belav kir.

Hunermedê Kurd Serdar Canan ku her car bi şêwaz û muzîka xwe ya taybet derdikeve, vê carê jî bi strana “Behar e Bilbil” li pêşberî guhdar û hezkiriyên muzîka xwe ye. 

Serdar Canan strana “Behar e Bilbil” li ser hesabê xwe yê YouTubeyê belav kir.

Hunermendê Kurd Necmedîn Xulamî awaz jê re daniye û bixwe jî ew stran gotiye.

Hunermend Serdar Canan derbarê stranê ji Rûdawê re axivî:

“Behar e Bilil wekî tekst û helbest a Ehmed Derwêş Ebdulla ye ku nasnavê wî yê helbestvaniyê Exol e.

Wekî melodîkirin an jî awazê wê jî ya mamosteyê mezin Necmedîn Xulamî ye.

Ez gelekî bi kelacan im û hêvî dikim ev stran bigihe guhê her guhdarî, her Kurd û Kurdistanî.”

Stran bi Kurmanciya Jêr e

Strana  “Behar e Bilbil” bi Kurmanciya Jêr (Soranî) e.

Canan ragihand ku wî mafê stranê ji hunermend Necmedîn Xulamî wergirtiye û got:

“Bi bi rastî ez gelekî bi kelacan im ku ev strana min a herî nû ye û bi awayekî profesyonel hatiye tomarkirin.

Ez gelekî bi kelecan im ku min ev stran di studioyê de bi profesyonelî qeyd kir.

Bi saya vê stranê ez bi mamosteyê mezin Necmedîn Xulamî re jî axivîm.

Ev jî bo min cihê şanaziyê ye ku li gel hunermendekî mezin ê wekî Necmedîn Xulamî axivîme û ez gelekî kêfxweş bûm.”

Aranjeya piyanoyê hunermenda Japonyayî Erîka Oeydayê kiriye

Canan amaje bi wê yekê kir ku aranjeya piyanoyê ya stranê ji aliyê hunermenda Japonyayî Erîka Oeydayê ve hatiye kirin û got:

“Bi rastî ev yek gelekî serkeftî jî kir. Aranjeya wê kelecana min qat bi qat zêdetir kir.

Ji bo çeloyê jî muzîkjenê hevalê mim Ruşen Arslan Argun alîkariya min kir.

Me stran li Amedê li studioya Twoone Musicê ya Mehmet Bekalp tomar kir û wî bi xwe jî Mix-Masteringa stranê kir.

Edîta vîdeoyê jî hevalê min Azad Dogru çêkir. Bi rastî ez yek bi yek spasiya wan jî dikim.

Ez gelekî bi kelacan im û hêvî dikim ev stran bigihe guhê her guhdarî, her Kurd û Kurdistaniyî.”

Gotinên strana Behar e Bilbil wiha ne:

Behar e Bilbil

Behar e bilbil, bilbil behar e

Seretay nalley ‘ezîzekem sewdayî zar e

Were binallîn be cût le şew da

Ême şew bêdar ‘ezîzekem bê xem le xew da

 

Wa berî beyan sifîdey niwand

Tem û tarîkî ‘ezîzekem le gulşen rewand

Deşt û kêw hemûy be gull xemllîwe

Bergî bûkênî ‘ezîzekem tazey poşîwe

 

Hewrî beharî le gerd û xul da

Çîmen gerdaney ‘ezîzekem şewnim le mil da

Lagîrey zêrr e qetarey gullzar

Heyasey pişt e ‘ezîzekem zincîrey rubar

 

Serdar Canan kî ye?

Serdar Canan sala 1986an li Colemêrgê hatiye dinyayê.

Li zanîngeha Mimar Sinanê lîsans û mastera xwe qedandiye û teza xwe ya masterê ya bi navê “Reqsên Gelêrî Yên Gerdîşî Li Colemêrg û Derdora Wê û Taybetmendîyên Wan Yên Muzîkê” pêşkêş kiriye.

Li çendîn bajaran karê berhevkariya dengêbjiyê kiriye.

Sala 2019an wekî lîstikvan tevlî projeya operaya Îtalî ya bi navê Toscayê bû.

Li wê operayê wekî bi navê Sagrestano/Zangoç cih girt.

Sala 2022yan ji bo projeya “Welat” Zanîngeha Kyotoyê ya Japonyayê li gel rojnameger Îrfan Aktan 4 mehan lêkolînên qadê kirin.

Di heman demê de li 8 zanîngehên Japonî yên cuda konferans û konser pêk anîne û bi konsera xwe ya herî dawî ya li Tokyoyê daye û bi giştî 4 caran li Japonyayê konser dane.

Canan her wiha li çendîn saziyên çandî dersên nefes û dîksiyona Kurdî dane.

Berdewam li ser muzîka Kurdî lêkolînan û berhevkarîyê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst