VÎDEO – Şerîfo: Rojava bûye Rojvala!

Hewlêr (Rûdaw) - Rapvanê navdarê Kurd Şerîf Omerî (Şerîfo) ji strana xwe yê bi navê ‘Rojvala’ê re video klîpek çêkir.

 

Şerîf Omerî ji Rûdawê axifî û got, “Ez ji ber rewşa Kurdan gelekî xemgîn im. Roj bi roj kurdên me ji bajarên xwe baz didin, têne kuştin.”

 

Rapvanê Kurd, dide xuyakirin ku wî stana ‘Rojvala’ ji ber rewşa metirsîdar a Kurdan û bêdengiya siyasetvanan çêkiriye û got,

 

“Bi rastî ez nizanim siyasetvanên me çawa dikarin ew qas bêdeng bin li hember kuştin û qirkirina Kurdan. Ez berketiyê halê me Kurdan im û strana min nameyeke ji bo wan.”


 


Şerîfo spasîyên xwe pêşkêşî Tora Medyayî ya Rûdawê dike da ku ew dibe dengê 4 parçeyên Kurdistanê, bi taybetî dengê penaberên Rojava.

 

Gotin û mûzîk ji aliyê Şerîfo ve hatiye nivîsandin ku di sala 2007an de hatiye tomarkirin.

 

Klîp bi piştgiriya şerîkeya KRê hatiye amadekirin ku karê derhênerî, montaj û kameravaniyê ji aliyê Amed Abidîn ve hatiye kirin.