Helbestvan û nivîskara kurd Meral Şîmşek hêjayê xelateke navnetewî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvan û nivîskara Kurd Meral Şîmşek ku li sirgûnê dijî, hêjayî "Xelata Wêjeyî ya Sirgunî û Berxwedanê" ya li ser navê Theodor Kramer tê belavkirin hat dîtin.

Nivîskara Kurd Meral Şîmşek û nivîskarê Avusturyayî Gerhard Fritz Oberschlick xelata wêjeyî ya Theodor Kramer a sala 2022an ku ji bo nivîskarên li sirgûnê û li berxwedêran tê dayîn, wergirtin.

"Xelata Wêjeya Sirgûn û Berxwedanê" ku her sal ji bo rêzgirtina helbestvanê cihû-Awûstûryayî Theodor Kramer tê dayîn, lijneya xelatdayînê nivîskar û helbestvana Kurd Meral Şîmşek hêjayê wê xelatê dît.

Meral Şîmşek li ser hesabê xwe yê Twitterê dîmenên merasîma xelatdayînê parve kir û wiha got: "Ez spasiya dayika xwe Xecê ya ku ev berxwedan û bedewî daye min, xwişka xwe Mulkiyet Dogan a ku di sala 1993yan de hate kuştin û biraya xwe Akîf Dogan , ku di sala 1996an de hate kuştin dikim.”

Şîmşek di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ez vê xelata, li ser navê hemû jinên Kurd ên ku li Kurdistanê di bin dagirkeriya Ereb, Faris û Tirk de hatin kuştin û tecawizkirin û ji bo jinên îro di zindanan de li ber xwe didin û hemû jinên Kurd ên li çiyayan şer dikin werdigrim.”

Nivîskara xelka Amedê Meral Şîmşek endama PENa Kurd û  endama Komeleya Nivîskarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ye. Pirtûkên wî gelek caran hatine xelatkirin, bi zimanên curbecur hatine wergerandin û hin pirtûkên wê hîn jî bi zimanên cuda tên wergerandin.

Meral Şîmşek heta niha sê pirtûkên  bi navê “Multeci Duşler”, (Xewnên penaberiyê),  “Ateşe Bulut Yağdıran” (Ya ewra bi ser agir de dibarîne),  " İncir Karasi” (Reşiya Hêjîrê" hatine çapkirin. Her wiha romaneke nivîskar a bi navê “Nar Lekesî” (Lekeya Hinarê) heye.

Pirtûka wê ya dawîn Arzela ku ji heft kurteçîrok û gotarekê pêk tê, navê xwe ji gula reş a endemîk a li axa navçeya Xelfetî ya Rihayê şîn dibe standiye.