Rewşan Çelîker klîbeke nû belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda Kurda Bakurê Kurdistanê Rewşan Çelîker, klîba strana xwe ya bi navê “Dîlo Mala Min Dîlo” belav kir û dilê hezkirên xwe xweş kir.

Ev berhema folklorî a devera Serhedê, ji aliyê Hakan Gurbuz ve hatiye amadekirin û Ervan Erkman jî karê mîks û maestirîngê jê re kiriye.

Rewşan Çelîker, di derbarê vê berhemê de dibêje, ev strana folklorî di sala 2014an de, ji Bazîda Bakûrê Kurdistanê berhev kiriye û ne diyar e ka temenê wê çend e û heta niha nehatiye tomarkirin jî. Destpêka wê bi Kurdî ye û piştre bi gotinên Erebî berdewam dibe. Gotiye jî, “Dîlo Malê Min Dîllo” rê li ber xezîneya dil a bêdawî vedike.

Çelîker wiha behsa çîroka stranê dike: “Min ev stran di sala 2014an ji Bazîdê berhev kir. Ez ji bo xebatên çand û folklorê çûbûm wê derê. Em nizanin ka ev stran çend salî ye lê em dizanin ku; bi xêra bazirganekî gerok hatiye Çaldiranê. Ew şev li wî gundî dawetek heye û bazirgan jî mêvanê wî gundî ye. (Li herêma Serhedê çanda devkî gelekî biqewet e û stranên xwe bi hev ra dibêjin, dengê xwe didin ber dengê hev.) Vêca dor tê ser wî bazirganî, gundî dibêjin gerek tu jî stranekê ji me ra bêjî. Ew jî `Dîlo Malê Min Dîlo` dibêje. Gundî ji vê stranê pir hezdikin, çavkaniya vê stranê jî yekî ji wî gundî (Ahmet Çelik, 90 salî) ye. Stran bi salan di bîra wî gundî de dimîne lê belav nabê, nayê qeydkirin, ji hêla derdora herêmê nayê guhdarkirin.

Stran bi Kurdî destpê dike, di dîsagotinê de bi peyvên Erebî didome. Dîlo Malê Min Dîlo rê li ber gencîneya dilê bêsînor vedike li ber me. Gelo dibe ku behsa evîneke du-zimanî, lê xwedî yek dilî dike? Vêga em bersiva vê pirsê nizanin lê xeyalkirina wê jî, têra xwe dilê me germ dike û stranê bi me dide hezkirin.”

Rewşan Çelîker, li navçeya Tetwana ser bi Bêdlîsê ve jidayik bûye, piştî temamkirina xwendina xwe a di warê derûnnasiyê de, ew çûye fêrî jenîna vayolînê bûye û 2 albûmên bi navê “Ax Lê Wesê' û “Tov” tomar kirine, her wiha gelek sîngle û vîdyoklîp jî belav kirine.