Bextiyar Elî: Pirtûkên min ên nû behsa jiyana zarokên di bin dîktatoriyê de dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û romannivîsê Kurd Bextiyar Elî du pirtûkên xwe yên nû yên bi navê “Bender Feylî” û “Mindalekanî Saturn” belav kirin û di konferanseke li Silêmaniyê de her du pirtûkên xwe bi xwîneran da nasîn û îmze kir. Bextiyar Elî got, “Pirtûkên min ên nû behsa jiyana zarokên di bin dîktatoriyê de dikin”

Pirtûka yekem bi navê “Bender Feylî” bû ku behsa dema desthilatdariya Rejîma Beas a Iraqê de dike. Bextiyar Elî dibêje, pirtûk behsa jiyana her zarokekî di bin zulma rejîmên dîktatorî û siya her rejîmeke zordar de dike.

Romana “Bender Feylî” balê dikişîne zindan, têgihîştina mirov a azadiyê, ew hêzên ku li ser zarokekî kar dikin û hewl didin têxine şêweyekî diyar û bikin karakterekî diyar.

Pirtûka din jî ji gotarên Bextiyar Elî pêk tê ku navê wê “Mindalekanî Saturn” e û ev nêzikî 10 salan e van nivîsan berhev dike.

Bextiyar Elî li ser pirtûka xwe got, “Min navnîşana sereke ya pirtûka xwe ji navnîşanên gotarên xwe wergirtiye. Saturn yek ji xwedayên Yunanan e ku pêşbînîkerek jê re dibêje: Zarokekî te, te li ser text dadixe. Ew hemî zarokên xwe dixwe. Li vir ez behsa têkiliya zarok û desthilatdariyê dikim.”

Bextiyar Elî di sala 1960an de li Silêmaniyê ji dayik bûye. Li Zankoyên Silêmanî û Selahedînê beşa arkeolojiyê xwendiye. Di sala 1983an de li Hewlêrê di xwepêşandanan de birîndar dibe, pişt re zanîngehê berdide. Ji wê demê ve li Almanyayê dijî.

Bextiyar Elî xwediyê pênc pirtûkên helbestên bi navên; Gunah û Karneval, Bohemî û Estêrekan, Îşkirdin Le Daristanekanî Fîrdews Da, Ta Matemî Gul Ta Xwênî Firîşte, Ey Benderî Dost.. Ey Keştî Dujmin ye.

Bextiyar Elî her wiha 12 romanên bi navên; Mergî Taqaney Duwem, Êwarey Perwane, Dwahemîn Henarî Dinya, Şarî Mosîqare Spiyekan, Cemşîd Xanî Mamim Ku Hemîşe Ba Legel Xoy Da Deybird, Dagîrkirdinî Tarîkî, Xezelnûs û Baxekanî Xeyal, Koşkî Balinde Xemgînekan, Keştî Firîştekan, Hewrekanî Danyal, Deryas û Laşekan û Bender Feylî nivîsandine.