Hewlêr (Rûdaw) – Koma Serxwebûn strana xwe ya bi navê "Roja serxwebûnê hat" kire klîp.
Strana “Roja serxwebûnê hat” ku li ser gişpirsiya giştpirsiya Başûrê Kurdistanê hatiye gotin, yek ji stranên albûma duyemîn a Koma Serxwebûn e.
Albûma duyemîn a Koma Serxwebûn a bi navê "Hêviyên Azadiyê" briya demekê derketibû. Ev album ji 10 tirakan ango stranan pêk tê.
Koma Serxwebûn komeke stran û muzîkê ye, ku hunermendên Rojavayê Kurdistanê pêk anîne û di 1 Hezîrana 2015an de li Hewlêrê hatiye damezrandin.
Gotinên strana “Roja Serxwebûnê hat” yên Qasimê Miriî ne, awaz ya Selah Bayram e. Vê stranê Selah Bayram û Laleş Mîdî dibêjin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse