Behman Qubadî çû serdana hevşaredarên Mêrdînê

10-07-2024
RÛDAW
Nîşan Behman Qubadî Ahmet Turk Mêrdîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Derhênerê navdar ê ji Rojhilatê Kurdistanê Behman Qubadî çû Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û li gel hevserokên şaredariyê civiya.

Behman Qubadî doh ji aliyê hevserokên Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr ve hat pêşwazîkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê jî derbarê serdanê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di vê serdanê de ku di keşûhewayê sihbetê de derbas bû, Qubadî behsa kar û projeyên xwe kir.

Qubadî anî ziman ku Mêrdîn gelek ol û zimanan dihewîne û ev yek ji bo hevgirtina civakî gelekî girîng e.

Herwiha diyar kir ku ev bajarê dîrokî bi sekna xwe ya li hemberî Deşta Mezoptamyayê û avahiyên xwe mînaka zindî ya sînemayê ye.”

Behman Qubadî kî ye?

Derhênerê Kurd Behman Qubadî sala 1969ê li bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.

Li Sineyê bi amatorî beşdarî grûba Derhenerên Filman bû û di wê grûbêde filmên kurt kişandin.

Piştre çû Tehranê û perwerdeya xwe ya sînemayê nîvco hişt.

Bi filma xwe ya “Dema Hespên Serxweş” sala 2000î di Festîvala Filman a Cannesê de hêjayî “Xelata Kameraya Zêrîn” û “Xelata  Sînemakarê Ciwan û “Xelata Fiprescî” hat dîtin.

Sala 2004an senaryoya fîlma “Turtles Can Fly” (Kusî jî Dikarin Bifirin” nivîsand ku taybet e li ser rewşa jiyana zarokên serdema şerê Îraq û Amerîkayê û derhêneriya wê filmê kir.

Filma Qubadî ya “Ala Bê Welat” ku bi piştevaniya Parêzgariya Hewlêrê hat kişandin jî gelekî hat ecibandin.

Filmên “Gergedan” û “Nîwe Mang” (Nîv Meh) jî ji  filmên derhênerê Kurd Behmen Qubadî ne ku li ser asta cîhanê tên naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst