Şermola Performansê ji bo temamkirina akademiya şanoyê banga piştgiriyê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Koma şanoya Kurdî Şermola Performansê ji bo temamkirina dibistana şanoyê ya bi navê “Dîwan Akademiya Navneteweyî ya Şanoyê” daxwaza alîkariyê kir.

Şermola Performans a ku di sala 2008an de li Stenbolê hate avakirin li Êlih a Bakurê Kurdistanê bi piştgiriya CultureCivicê dibistaneke şanoyê ya bi navê "Dîwan Akademiya Navneteweyî ya Şanoyê" vedike.

Koma şanoya Kurdî Şermola Performansê ji bo temamkirina dibistana şanoyê ya bi navê “Dîwan Akademiya Navneteweyî ya Şanoyê” bi daxuyaniyekê banga piştgiriyê kir.

Şermola Performansê di daxuyaniya xwe de got, “Em li Batmanê dibistana şanoyê ya bi navê  “Dîwan Akademiya Navneteweyî ya Şanoyê” vedikin. Ji bo vê jî me bi piştgiriya CultureCivicê ciheke 420 m2 kirê kir û bi derfetên xwe me dest bi tadîlatê kir. Ji bo ku em çêkirina cihê akademiyê temam bikin û di 17ê Cotmeha 2023an de, di 15. salvegera Şermola Performansê de bi hemû kapasîteya xwe vekin, pêdiviya me bi piştgiriya we heye.”

Şanohezan heta niha 3 hezar û 635 euro ji bo “Dîwan Akademiya Navneteweyî ya Şanoyê” ya Şermola Performansê bexşandine lê ji bo “kursiyên dîwana şanoyê û kulîsê, pergalên tecrîdkirina deng, sîstema deng û ronahiyê û sîstema germkirin, sarkirin û hewayê bi giştî pêwîstî bi 20 hezar euroyan heye.”

Şermola Performans

Şermola Performans di sala 2008an de ji aliyê Mîrza Metîn û Berfîn Zenderlioglu ve li Stenbolê hat avakirin. Di sala 2016an de ji ber sedemên sîyasî û ekonomîk sehneya xwe ya li Stenbolê girt û piştre xebatên xwe bi rengekî pirnavendî berdewam kir. Ji bilî Stenbolê, di sala 2018 an de li Almanyayê, di sala 2021an de jî li Êlihê buroyên xwe ava kirin.

Şermola Performans lîstikên Kurdî yên resen çêdikin û perwerdeyên şanoyê pêk tînin û di warê lîstikvaniyê de lêkolînan dikin. Heta niha bi dehan turne pêk anîne, beşdarî bi dehan festîvalan bûne û lîstikên Şermola Performansê heta niha 18 xelatên cuda girtine.