Mesûd Barzanî dîrok nivîsandiye û dinivîsîne

10-06-2021
Nîşan Sedat Yurtdaş Pirtûka Bo Dîrokê Mesûd Barzanî
A+ A-

Her çiqas min rojekê berê kitêba “Bo Dîrokê” ya serok Mesûd Barzanî standibû jî, Weşanxaneya Avestayê heman pirtûk û bi heman çapa wê ya taybet, wekî diyarîyeke gelek hêja gihande min. Loma divê berê sipasiyên xwe yên ku min di medya sosyal de nivîsandibûn, dubare bikim.

Min kitêb bi lezgînî xwend. “Servehî” jî gep gepî li ser hûr bûm. Lê her ev kitêb bêşik, mîna çavkaniyeke gelek giranbûha tê de hemilandî, tevlî gelek sernivîs, mijar û bi gelek dewlet, serokwezîr, wezîr, rêxistin û şexsiyetên navên wan hildayî û navên wan nehildayî ve dê di pirtûkxaneyê de ciheke pir girîng bigire û girt.

“Bo Dîrokê” de nivîskar an birêz Mesûd Barzanî, bi şêweyekî pir samîmî/jidil, rasterast, bêyî ku propoganda an ajîtasyonê bike, – bi rastî di dinyê de dev ji serokên naskirî yan têkoşerên dehan salan yên Rojhelata-navîn berdin, çend kesên welê mane nizanim – bêyî ku li dora mijar, têgeh an kesayetiyan bigere yan nivîsa xwe binexşîne, bi zimanekî pir sade, vekirî û bi dilnzmî hemû bûyêr, geşedan û nerînên xwe bi zelalî li ber çavan radixe.

Mîna ku di civateke dostan de rûniştibe û ji wan re hinekî qala dîroka kurdan û Kurdistanê bike, paşê jî qala sih salên dawiyê ku bi xwe di nav de mîna pêşevan, serok her mîna zanayekî kurd kronolojiyeke bi ferasata xwe ya fireh, aşitîxwaz û bi pêşnîyarîyên xwe yên bi çareserîya mayînde tije, tîne ziman.

Li rex nivîsê, ji bo her xalên vegotinê jî, cihdana nexşeyan, wêneyan an belgenameyan, ku her yek bi serê xwe dikare bibe an ji xwe bûne mijarên gelek pirtûkên stûr, lewra mirov bêyî ku têkeve nava nîqaş û nakokîyan di gelek behsan de bi hêsanî qane dibe.

Lê hinek sernav hene ku, ji xwe ji pirtûkê jî dihê fahm kirin, hîn dê gelek demên dirêj û heye ku di pir di nêz de jî li ser bête nîqaşkirin.

Di beşa “Bêhêvîbûna kurdan ji Iraqa nû” de, axaftina ku birêz Barzanî li “Konferansa Munchenê” de li ber şansolyeya Almanya Angela Merkel û Cîgirê Serokê Amrîkayê yê heyamê Joe Biden û hemû serok û rêberên welatên din ji ber “qehremaniya pêşmergeyan di şerê hember terora” DAIŞê de sersam bibûne jî, xuyaye ku refandûma serxwebûnê bêyî ku bertekan nîşan bidin guhdarî kirine.

Di beşa “Serdana bo Amerîkayê” de, bi dest nişan a serok Obama re, cihgirê hîngê serokê îroyîn Joe Biden, ku di çapemenîya dinyayê û di Tirkiyê’de jî gelek cih girt, got: “Ez û tu, em herdu dê temenê xwe de bi çavên xwe serxwebûna Kurdistanê bibinin.”

Bêşik, bi tena serê xwe ev hevok nişan dide ku cenabê Mesûd Barzanî dîrok nivîsandîye û dinivîsîne.

Di beşa “Serdana bo Bexdayê” de, “Her li wê derê biryar li ser wê çendê hat dan ko li Bexdayê komîteyeka taybet bêt ava kirin ji bo diyalogê û ji bo lêkolîna têkilîyên paşerojê û ka gelo em wekî şirîk bimînin yan bibin cîran.”

Her li dîrokê pelêk din î zêrîn tê nexşandin. Lê tê zêdekirin. 

Di beşa “Biryara pêkanîna referandûmê” de aşkere ye ku şanzdeh partîyên Kurdîstanî alayê hîn bilintir kirine. Tev bi hevre biryarek herî dîrokî girtine û esasên wê jî bi berfirehî îlan kirine. Kelecanek û coşek nedîtî pêl bi pêl di nava miletê kurd de belav dibe. 

Di beşa “Reaksiyon û givaştinên nêvdewletî” de, dema cidîyeta kurdan dihê fahmkirin, dewletên sereke yê dinyayê, (Amerîka, Brîtanya) dewletên herêmê (Îran û Iraq) – Tirkîyê jî ez nişan bikim – Amerîkayê “…givaştinên zêde êxistin ser herêma Kurdistanê”.

Û di beşa “Civîna Sihêlan” de, aşkere bû ku xala nîrengîya hemû kitêbê, xebatê, sîyaseta navdewletî ya li ser Kurdistanê, dîplomasîya herî bilind, biryardar di nava xwe de dihebîne.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê berê Rex Tillerson, nûnerê taybet yê serokê Amerîkayê ji bo hevpeymaniya şerê li dijî DAIŞê Brett McGurk, ambsadorê Amerîkayê Douglas Silliman pêşniyara “…referandum du salan bêt paşde dan û heger danûstandinên digel Iraqê neçûn serî wê demê bila Herêma Kurdistanê referanduma xwe bike û Amerîka wê “rêzê” li wê bigire, birêz Barzanî dibêje wî daxwaz ji hikûmeta Amerîkayê kir ki li şona bêjeya “rêzgirtinê” di nameyê de bêjeya “piştgirêyê” bi kar bînin û dibêje: “Min ji wan re got: ‘Heger hon nekarin yek bêjeyê biguhorin vêca çawa li wê hêvîyê dimînin ko em bikarin xelkê Kurdistanê qane bikin da referandumê nekin?”

Di dawiya vê beşê de dibêje: “… heger me ji pêkanîna referandumê paşde gav biavêta hingê neyarên nêvxweyî yên referandumê dê dest bi gotinên dî bikirina…”

Bêşik esasê vê sernavê û giranîya hemû pirtûkê di peyva “rêzgirtinê” an “piştgirtinê” de ye. Ji ber vê yekê ez ê pirsa xwe nuha bikim.

Hemû hincetên din bila li alîyekê bisekinin, nexşeyên ku di pirtûkê de ji xwe hatine bi cihkirin mirov bigre ber çavan, gelo di şûna israra peyva “pişgirtinê” de “rêzgirtin” bihata qebûlkirin û li gorî wê esasê referandum du salan, îhtîmale ku pir zêdetirîn paşde bimaya, an qet nehata çêkirin, dîsan jî dê ne ji vê rewşa îroyîn, bajar û navçeyên ku ji desthilatdariya Hikûmeta Kurdistanê derketin bigrin ber çavan, baştir nebûya?

Di beşa “Miletî dengê xwe da” de, di 25ê îlona 2017an de ez û hevalên xwe yên saziya me ya DÎTAMê bi şanazî li Hewlêrê bûn û bûne şahide % 92.73ê “Erê” ya ji bona serxwebûna Kurdistanê.

Me ew şahî, ew govend, ew serbilindî ew viyan û sekna dîrokî di cih de dît û rêz girt. Xwezî hemû dinayayê, Amerîka û Brîtanya û dewletên Yekîtiya Ewropa, û dewletên herêmê, Tirkiyê, Îran, Sûriyê yê rêz bigirta. Iraqê jî dev ji şovenîzmê berda ya. Dizanim nare serî, careke din xwezî…

Di beşa “Reaksiyona hikumeta Iraqê” de daxwaza hikumeta Iraqê ya beşik hilweşandina (betalkirina) netîceyên referandumê ye.

Û di beşa “Şazdehê oktoberê” de bi zelalî dihê fahm kirin ku “...beşeka YNKê beşek ji hêzên xwe bêyî hemahengîya digel Wezareta pêşmergeyan paşde kişand û hêcet ew bû ku piştî şerê Daişê pêwîst nake hêz li wê deverê bimînin. Di heman rojê de jî hêzeka girêdayî Heşda Şe’bî… bi peymanke nihênî radestê îranîyan … kirin”

Ambsadorê Brîtanyayê yê Iraqê Frank Baker, ambsadorê  Amerîkayê Douglas Silliman û General Paul Funk, bi hevre û bi tundî rê dan ku Heşda Şeibî bi tankên Amerîkayê Abrams, li gel Hizbullaha Lubnanê, Kerkûk jî di navde hemû deverên binîqaş bigirin.

Bêşik armanc êdî fetha Hewlêr û hemû destkeftî yên Kurdistanê bûn. Ger li Pirdê, careke din bi serokatîya nivîskarê “Bo Dîrokê” pêşmerge qedera xwe bi serfirazî nenivîsandiba…

Gelo Joe Biden, dê li ser axaftine xwe yî di beşa pençemîn de bi birêz Barzanî re kiribu bisekine, an ew ê jî bi de ser şopa eniya dij referandûm a Kurdistan ê? Îhtîmaleke din jî, bijartina rêyek sêyemîn e.

Dema pirtûk diqede, mirov têdigihêje ku hemû bûyêr, geşedan, dîplomasî, berdêlên giran di kefeke mêzînê de, bes di kefa din de bi tena serê xwe referandûma sexwebûnê cih digre. Sererast dibe.

Sedat Yurtdaş

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst