Wezîra rewşenbîrî ya Belcîkayê ji hunera kurdî şaş ma

Belcîka (Rûdaw) – Wezîra rewşenbîrî ya Belcîkayê rêza şêwekarekî kurd digire.

Xweşnivîs û şêwekarê kurd Husên Kakeyî roja 18.05.2013an pêşangeheke hevbeş ligel peykersazekî belçîkî vekir. 

Kakeyî ji Rûdawê re got: “Min û peykersazê belçîkî Lock Fermulin pêşangeheke şêwekarî vekir. Wezîra rewşenbîrî ya Belcîkayê xanim Yuke Sahkaw Filkhe li pêşangeha me hazir bû û bi karên me matmayî bû û rêzeke zêde li hunera min girt û got, hunera we pirr zengîn e.”

Husên Kakeyî bi 27 karên teknîkî yên grafîk û xweşnivîsiyê beşdarî wê pêşangehê bû ku 3 rojan domand.