Girê Mirazan: Orkestraya Haidoutiyê konserek da

Hewlêr (Rûdaw) - Orkestraya Haidoutiyê ya Fransî li Girê Mirazana Rihayê ya Bakurê Kurdistanê konser da.

Di konserê de stranên Kurdî, Tirkî û Erebî û bi zimanê din hatin gotin.

Orkestraya Haidoutiyê bi piştgiriya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê û Delegasyona Yekîtiya Ewropa-Tirkiyeyê li Girê Mirazan konserek saz kir.

Endamekî koma ku navenda wê Parîs e bi cilên Kurdî beşdarî konserê bû.

Geştyarên ku çûbûn serdana Girê Mirazan beşdarî konserê bûn û bi stranên Kurdî, Tirkî û Erebî govend gerand.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê Mehmet Dogan Yetîm ragihand ku cudahiyên civakê dewlemendî ne û bernameyên wiha ji bo nîşandana dewlemendiyan derfet in.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê Mehmet Dogan Yetîm anî ziman:

“Ji bo vê konserê derfeta me çêbû ku em werin cem hev û parve bikin ku di rastiyê de cudahiyên me dewlemendiya me ne.

Ez dixwazim balê bikişînim ser wê yekê ku çiqasî bi qîmet e em bi awayekî bihêz li dora nirxên xwe yên hevpar bibin yek.

Muzîk ji bo îfadekirina hestên me rêyeke gerdûnî ye û em îşev hest bi hêza yekîtî û hevkariyê dikin.”