Lolan Azad: Sînema li Kurdistanê nebûye kultûr
Hewlêr (Rûdaw)- Aktor û medyakara kurd Lolan Azad keça hunermend Nermîn Qadir e û beşê sînemayê li koleja hunerên ciwan xilas kiriye. Lolanê aktora sereke ya rêzefîlma Anahîta û fîlmê sînemayî yê Semiyan bû.
Di çend kanalan de wek bêjer û pêşkêşkar kar kiriye. Lolan Azad di vê hevpeyvîna bi Rûdawê re behsa karên xwe yên hunerî û jiyana xwe ya taybet dike. Lolan niha bi dayika xwe re li Hewlêrê dijî.
Rûdaw: Tu li Zagros Tv pêşkêşkara hunerî bûyî, dûre di Kurdistan Tv de tu bûyî bêjera nûçeyên siyasî. Ev guhertin çawa pêk hat?
Lolan Azad: Ez di malbateke hunerî de mezin bûme, lê dê û bavê min karê siyasî kirine. Lewma dikarim bêjim ez di malbateke siyasî de jî mezin bûme. Ez ji ber çend kêşeyan ji Zagros Tv derketim. Lewma çûme Kurdistan Tv, çimkî kanaleke siyasî ye. Ji min re gotin eger tu bixwazî tu dikarî bibî bêjera siyasî. Dûre ji ber çend kêşeyan min dev ji Kurdistan Tv jî berda.
Te ji ber çend kêşeyan dev ji herdu kanalan berda, ew kêşe çi bûn gelo?
Bi kurtî, li welatê me qasî ku li bejn û bala jinê tê mêzandin, li mejiyê wê nayê mêzandin!
Di rêzefîlma Anahîta de tu pirr cidî derketî, gelo xwendina nûçeyên siyasî bandora xwe li ser rola te di wê rêzefîlmê de nekir?
Na bandor nekir. Lê ev daxwaza derhênerê wê rêzefîlmê bû. Anahîta bixwe rêzefîlmeke cidî bû û ji hêla Dr. Kurdistan Mukryanî hatibû nivîsandin. Di vê rêzefîlmê de, jin wek dûvelang derneketiye. Jinekê nîşan dide ku çawa bo mafên jinan kar dike.
Lê di fîlmê sînemayî yê “Semiyan” de jî tu dîsa pirr cidî bûyî, sedem çi ye?
Fîlmê “Semiyan” çîroka rasteqîn a jineke bajarê Dihokê ye ku çend caran rastî destdirêjiyê hatiye. Diyar dike çawa jin bi rêya pere û desthilatê tê bikaranîn. Lewma rola min cidî bû.
Maç û dîmenên seksî beşekî sereke yê fîlmên sînemayî ne. Li Kurdistanê jî di fîlmekî sînemayî de maça dev heye û di fîlmekî din de jineke kurd roleke erotîk dilîze. Nerîna te li ser vê yekê çi ye?
Di dîroka sînemayê de dîmenên erotîk nebûn. Bikaranîna dîmenên erotîk derzeke pirr biçûk e û bo firotina film û kişandina bala ciwanan tê bikaranîn. Sînema rastiya civakê nîşan dide.
Lê babeta destdirêjiyê di realîteya civaka me de heye, tu bixwe jî di fîlmê Semiyan de behsa jinekê dikî ku rastî destdirêjiyê hatiye. Eger dîmenên destdirêjiyê di fîlman de nebin, derhêner çawa dikare wê realîteyê nîşan bide?
Bersiva vê pirsyarê li ba derhêneran e. Lê em dizanin ku sînemaya îranî çiqasî bihêz e hem di serdema şah de û hem jî niha. Tevî ku yek dîmenê erotîk an yek dîmenê maç û hemêzkirinê tê de tune. Sînema bi dîmenên tazî û maçên dev bipêş nakeve!
Çima kartêkirina fîlmên kurdî qels e? Çima film li Kurdistanê nayên nîşandan?
Heta vêga jî sînema li Kurdistanê nebûye kultûr. Sînema tiştekî nû ye li Kurdistanê. Mixabin derhênerên me jî qasî ku ji navdariya xwe re kar dikin, ji hunera Kurdistanê re kar nakin!
Te got dê û bavê te karê siyasî kirine, lê me Nermîn bêhtir wek hunermend nas dikir?
Bavê min ji sala 1994an ve şehîdê Partiya Sosyalîst e. Diya min jî beşdariyeke wê ya berçav di karên siyasî de hebû. Yanî hem hunermend bûn û hem jî karê siyasî dikirin.
Saxlemiya diya te niha çawa ye?
Mixabin pirr xirab e. Piştî ku diya min ewqas xizmet pêşkêş kir, qet xelatek jî wernegirt. Diya min pirr nexweş e û divê li derve bê dermankirin. Hêvîdar im Nêçîrvan Barzanî li hana diya min bê, heke na bawer dikim diya min xwe li ber van hemû êşan nagire û dê bimire.