Îsal di pêşangeha pirtûkan a Hewlêrê de pirtûkên Kurmancî nayên dîtin!

10-04-2016
Ayser ÇINAR
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Îsal di pêşangeha navdewletî ya pirtûkan a Hewlêrê de pirtûkên Kurmancî nehatine nîşandan! Xwedanê çapxaneyeke pirtûkên Kurmancî jî dibêje, ti kesî em venexwendine pêşangehê!

Yazdehemîn pêşangeha navdewletî ya pirtûkan a Hewlêrê, roja 5 Nîsana îsal ji aliyê Serok Barzanî ve bi fermî hat vekirin.

Di pêşangeha Îsal de, bi sed hezaran pirtûk ji 24 welatên cîhanê hatine nîşandan lê pirtûkên Kurmancî xuya nakin!

Derheqê vê yekê de, rayedarekî pêşangehê bi navê Newzad Sabir ji Rûdawê re got, me Weşanên Avesta (pirtûkên Kurmancî çap dike) vexwendibû pêşangehê lê bersiva me nedan.

Xwedanê Avestayê, Abdullah Keskîn jî ji Rûdawê re got, tiştekî wisa tine û ti kesî em venexwendine pêşangehê. Ne telefon kirin ne jî mail şandin.

Abdullah Keskîn wiha domand, “Me 5-6 sal berê jî xwest tevlî pêşangehê bibin lê qebûl nekirin. Par min bi rêya Rûdaw TV behsa vê yekê kir paşê em vexwendin. Lê îsal em venexwendin…”

Xwedanê Weşanên Avesta her wiha da zanîn ku hevalekî wî ji Weşanên Aras (navenda wê li Hewlêrê ye) ew agahdar kiriye û gotiye, “min ji rayedarên pêşangehê re pêşniyar kiriye ku Avestayê vexwînin pêşangehê” lê dîsa jî ti kesî gazî me nekir.

Pirtûkên tirkî jî di pêşangehê de nayên dîtin!

Yek ji weşanxaneyên ku her sal li pêşangeha Hewlêrê de stand vedike, Weşanên Semerkand e. Semerkend îsal jî tevlî pêşangehê bûye lê vê carê li şûna pirtûkên Tirkî, pirtûkên Kurdî (soranî) yên olî û ayînî aniye.

Berpirsê standa Semerkandê, Bayram Turhan li ser vê yekê ji Rûdawê re got, em her sal tevlî pêşangehê dibin lê îsal ji ber kirîza ku li vir heye, pirtûkên me nehatine firotin.

Bayram Turhan di bersiva vê pirsê de ku çima îsal pirtûkên Kurmancî û Tirkî di pêşangehê de nayên dîtin, got, me salên berê pirtûkên Kurmancî û Tirk anîbûn lê nehatin firotin. Li vir ti kes pirtûkên Kumancî û Tirkî naxwaze ji ber wê jî me îsal nehanî.

Yazdehemîn pêşangeha navdewletî ya pirtûkan a Hewlêrê dê 15 Nîsanê were girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst