Îran û Rojhilatê Kurdistanê tevlî pêşangeha pirtûkan a Hewlêrê nebûn

10-04-2014
RÛDAW
A+ A-
 

Hewlêr (Rûdaw) – Navendên rewşenbîrî û çapkirina pirtûkan ên Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin ku ti kesî ew agahdar nekirine ku beşdarî Nehemîn Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê bibin.

Di nehemîn pêşangeha navdewletî ya pirtûkan a Hewlêrê de ku ji 2ê Nîsanê ve dest pêkiriye û dê 12ê Nîsanê bidawî bibe, ne dezgeh û navendên rewşenbîr û çapkirina pirtûkan ên Îranê ne jî yên Rojhilatê Kurdistanê beşdar bûne.

Berpirsê nehemîn pêşangeha pirtûkan a Hewlêrê ku ji aliyê dezgeha iraqî ya bi navê El Meda ve hatiye lidarxistin, ji Rûdawê re got, wan ji hemû dezgeh û navendên çap û belavkirina pirtûkan xwestine ku beşdarî pêşangehê bibin lê sazî û dezgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê nexwestine beşdar bibin.

Li ser vê yekê, hinek sazî û navendên rewşenbîrî û çapkirinê ji Rûdawê re gotin, tiştekî wisa nîne û ti kesî ew venexwendine bo pêşangehê.

Serkonsulê Îranê li Hewlêrê Uzêm Husênî jî ji Rûdawê re got, haya me ji wê vexwendinê nîne lê eger tiştekî wisa heba dê hinek sazî û navendên çapkirin û belavkirinê yên Îranê dê beşdar biban.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst