Kejê dê ji bo zarokên bêxwedî bibêje

 

Hewlêr (Rûaw) – Stranbêja kurd Kejê Hewta ji bo zarokên bêxwedî stranekê çêdike.

 

Bavê Kejê, Hewta Esed ji Rûdawê re wiha got: “Strana Kejê ya ji bo zaokên bêxwedî bibêje stranek a mirovahî ye. Em carinan bi tenê xwe dibînin. Ji ber vê yekê jî min xwest ku keça min ji bo mirovaên bêkes û bêwar straneke çêbike.”

 

Gotinên stranê Şefîk Beyadewe nivîsandiye û awaza wê jî Hewta Esed amade kiriye.

 

Ji aliyêk din ve jî li Hewlêrê xêrxwazekê ji bo zarokên bêkes xaniyek avakir.