Helly Luv li Amerîka “Şoreş” derxist

 

Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêja kurd Helly Luv got ku wê ji bo Hêzên Pêşmerge stranek bi navê “Revolution” (Şoreş) amade kiriye û dê di demek nêzîk de jî klîba wê were weşandin.

 

Helly Luv ji Rûdawê re got ku klîba strana Revolutionê ber bi xilasbûne ye û dê piştî çend hefte yên din biweşîne.

 

Luv diyar kir ku 2 kesên amerîkî temaşeyê dîmenên pêşmerge kirine û gotinên wê stranê nivîsandine.

 

Helly Luv li ser helwesta herdu amerîkiyan kêfxwşiya xwe da nîşandan û wiha got:

 

“Li Amerîkayê ji ber ku min navê pêşmerge jî hevalên xwe yên amerîkî bîhist gelek şanaz bûm. Min xwest ku strana min a dawî li ser pêşmerge be û di nav gotinên wê de jî hinek peyvên kurdî hebe.”